Serokê Şaxa TUHADER'e ya Edeneyê Ahmet Dogan diyar kir ku, li girtîgehan 248 girtî û hikumxwarên nexweş hene û ji vana rewşa 42 girtiyan pir giranin û di sînorê mirinê dene. Dogan, li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rawestiya û xwest her kes li hemberî tecrîdê helwest û hestiyariya xwe nîşan didin.
Komeleya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHADER) ya Edeneyê ji bo balê bikşînin ser rewşa girtyên nexweş û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Nûnertiya BDP'ê ya Denîzliya Edeneyê daxuyanî da çapemeniyê. Gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Komê di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Zext me bêzar nakin" û "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" berz kirin. Komê dîsa dowîzên "Bila Girtîgeha Îmraliyê bê girtin", Bila zindan bên valakirin" û "Bila girtiyên di sînorê mirinê de serbest bên berdan" bilind kirin.
Li ser navê komêleyê Serokê Şaxa TUHADER'e ya Edeneyê Ahmet Dogan diyar kir ku, li girtîgehan 248 girtî û himumxwarên nexweş hene û ji vana rewşa 42 girtiyan pir giran in û di sînorê mirinê dene. Dogan, li ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rawestiya û wiha got "Li girtîgehan tecdîrê herî giran pêk tên. Herî zêde li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrid tên meşandin. Tecrid di roja 305'an de didome. Tecrida li ser şexsê Brêz Ocalan tê meşandin li ser hemû gelê kurd tê meşandin."
'42 GIRTÎ DI SÎNORÊ MIRINÊ DENE'
Dogan, da zanîn ku bi vê tecrîdê dixwaze hemû kesên muxalif belav bike û perçe bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê bi lezgîn tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Niha li girtîgehê ji ber şertên giran ên girtîgehê 248 girtî bi nexweşiya giranin. 42 girtî di sînorê mirinê dene. Çend roj berê li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê Hayrettin Toktaş jiyana xwe ji dest da. Ji bo ku êdî girtiyên nexweş li girtîgehan nemirin bila girtiyên nexweş serbest bên berdan. Em dixwazin hemû kes li hemberî rewşa girtiyan bi hestiyar tev bigerin."