TUAD: Muzakereya bi Ocalan re gava ji bo aştiyê ye

TUAD: Muzakereya bi Ocalan re gava ji bo aştiyê ye

Endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî (TUAD), bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê TUAD'ê Mahmut Taşdan, anî ziman ku muzakereya bi Rêberê PKK'ê Ocalan re gav avêtina ber bi aştiyê ve ye.

Endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî (TUAD), li ber Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyen nexweş, tercîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonên siyasî û leşkerî daxuyanî da çapemeniyê. Komê di daxuyaniyê de pankartên "Bila mirinên li girtîgehan bi dawî bibin" û "Ji girtiyên nexweş re azadî" rakirin. Rêveberên TUAD, BDP, Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl yên civakî jî amade bûn. Komê wêneyen girtiyên nexweş rakirin û bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" û "Êrîş me bêzar nakin" berz kirin. Serokê TUAD'e Mahmut Taşdan daxuyanî da û diyar kir ku, di bin çavan de li welatiyan îşkence tê girtin û girtiyên nexeş nayên dermankirin. Taştan, da zanîn ku kurd hem di qada siyasî û hem de di qada civakî rastî polîtîkayên înkar û îmhayê tên."

'ASTENGIYA LI PÊŞ HEVDÎTINA BI OCALAN RE GEŞKIRINA AGIRE'

Taştan, da zanin ku zêdeyî 300 rojin parêzer û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nikarin hevdîtinê bikin û li dijî Ocalan pêkanînên keyfî tê. Taştan, da zanîn ku astengiyên li pêş hevdîtina bi Ocalan re agir geş dike û aloziyê zêde dike û wiha got: "Hevdîtina bi Ocalan re dê xismetê ji aştiyê re bike. Hevdîtin û muzakakeriya bi Ocalan re gav avêtina ber bi aştiyê ve ye. Hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Birêz Ocalan re gav avêtina ber bi aştiyê ve ye. Ji bo dawî li kuştin, pevçûn û operasyona bê divê muzakere dest pê bikin.

Niha îşkence, binpêkirina mafan girtin, binçavkirin û tecrîd di asta herî jor de ye. Ev yek rageşiyê bêtir dike. Niha li girtîgeha Bakirkoyê Hediye Aksoy çavê wê nabîne û hêj li girtîgehê ye. Li girtîgeha Bomuyê Nesimî Ozkan û M. Ali Çelebi, li Tekîrdagê Cengiz Sinan, Halis Çelik û wekî wan 47 girtiyên din rewşa wan giran e û hêj girtî ne. Divê ev girtiyên rewşa wan nexweş bi lezgin serbest bên berdan.

Rêveberê BDP'ê yê Stenbolê Osman Unal jî anî ziman ku girtiyên edli di şert û mercên baş dene, lê yên siyasî di nava tecrîde de dijîn. Unal, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û xwest AKP dawî li vê polîtîkayê bîne.