Tore: Bi xwerêveberiyê re derba herî mezin li polîtîkayên şer ên Erdogan hat xistin

Teslîm Tore got, "Ragihandina xwerêveberiyên gelê Kurd, biryareke şoreşgerî ya gelekî rast e. Gelê Kurd bi îlanên 'xwerêveberiyê' re derba herî mezin li polîtîkayên şer ên Erdogan xistine."

Ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Çep a Tirkiyeyê Teslîm Tore got, "Ragihandina xwerêveberiyên gelê Kurd, biryareke şoreşgerî ya gelekî rast e. Gelê Kurd bi îlanên 'xwerêveberiyê' re derba herî mezin li polîtîkayên şer ên Erdogan xistine."

Ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Çep a Tirkiyeyê Teslîm Tore, polîtîkaya şer a AKP û Serokkomar Erdogan li hemberî gelê Kurd û derdorên demokrasiyê dimeşîne û rewşa dawî ya siyasî ji ANF'ê re nirxand.

'ERDOGAN DEMA LI HEMBER POLÎTÎKAYA AŞTIYÊ YA OCALAN TÊK ÇÛ, BERÊ XWE DA ŞER'

Tore da xuyakirin ku daxwaz û hêrsa desthilatdariyê ya Erdogan, welat xistiye nava vê rewşa kasoê û got, "Erdogan bi pêvajoya aştiyê ya bi Ocalan re dimeşand dixwest desthilatdariya xwe xurt bike. Bi vê armancê destûr da ku hevdîtinên aştiyê bên heta 'Mutabaqata Dolmabahçeyê'. Lê belê, dema hevdîtin li gorî dilê Erdogan nemeşiya, beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê yekser mase qeliband, dest bi plankirina provokasyonan kir û welat kişand nava rewşeke şer. Erdogan dema dest bi hevdîtinên aştiyê kir, hesap nekir ku ew ê di bin polîtîkaya aştiyê ya Ocalan de bimîne. Baş fêm nekir ku li pêşberî wî rêberekî mîna Ocalan ê li cihê lê ye bûyer û qewimînan, herêmê gelekî baş analîz dike, heye. Ocalan di pêvajoya hevdîtinan de 'aştî' ji maseyê derbas kir û gihand gelên Tirkieyyê. Her lîder nikare vê bi ser bixîne. Ocalan bi vê siyaseta xwe re HDP kir partiya Tirkiyeyê. Erdogan dema bi vê siyaseta Ocalan hesiya û dît ku wê li hemberî HDP'ê têk biçe, beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê welat xist nava rewşeke şer û hewl da hêza xwe ya winda kiriye, ji nû ve qezenç bike. bi vê armancê di serî de Pirsûs gelek komkujî plan kir."

Tore destnîşan kir ku komkujiya li Pirsûsê ji aliyê Erdogan ve hatiye plankirin û got, "Dema ev plan kir jî niyeta wî gelekî vekirî bû. Dixwest derbê li polîtîkaya Tirkiyebûyînê ya Ocalan afirandiye bixe, nehêle ku çep sosyalîst û Kurd bigihêjin hev û KCK'ê bikişîne nava şer. Li Rihayê bûyera mirina du polîsan jî parçeyek ji vê provokasyonê bû. Dema ew bûyer qewimî, Erdogan konsepta xwe ya şer ku beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê dikir nedikir nikarîbû bixistiya meriyetê, bi cih anî."

Teslîm Tore anî ziman da zanîn ku ji destpêkê ve yekane hêza pêvajo dimeşand Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û destnîşan kir ku AKP û Erdogan di hevdîtinan de bi samîmî tevnegeriyan.

Tore got, "Ji bilî şer, tiştekî ku Erdogan xwe pê bigire nemaye. Lewma pêşîgirtina li şerê Erdogan dixwaze bike, wê destketiya herî mezin be. Yekane hêza dikare polîtîkaya şer a Erdogan pûç bike, tevî polîtîka li Qendîlê di heman demê de hewldana bi cih anîna projeya Neteweya Demokratîk a Ocalan e."

Tore der barê xwerêveberiyên li gelek navendên Kurdistanê hatine ragihandin de, ev nirxandin kir:

"Ya herî baş a diviyabû bihata kirin, hat kirin. AKP, Erdogan û saziyên wan li Kurdistanê bi tenê amûrên zor û zextê ne. Li dijî vê rêxistinbûyîna zor û qetlîamker, biryara xwerêvebirinê yanî ragihandina xwerêveberiyê ji aliyê gelê Kurd ve, biryara herî şoreşgerî ya gelekî rast e. Gelê Kurd bi îlanên 'xwerêveberiyan' re derba herî mezin li polîtîkaya şer a Erdogan xist. Ev biryara gelê Kurd a li dijî şerê Erdogan daye destpêkirin, dikare hemû polîtîkayên şer ên Erdogan pûç bike. Ji ber ku li hemberî vê rewşa heyî gotina, 'Tu min bi rêve nabe û saziyên te bi tenê min qetil dike. Lewma ez te nas nakim' mafê herî xwezayî ye. Gelê Kurd vê dike. Bi avakirina xwerêveberî û xweparastina xwe re, polîtîkay alîderê xwe Ocalan ê di aştiyê de israr dike bi cih tîne û derbê li polîtîkaya şer a Erdogan dixe.

Kurd di rewşa heyî de bi îlana xwerêveberiyê re bi awayekî vekirî dibêjin, 'Ev dewlet dewleta Erdogan e, ev şer şerê Erdogan e, em vê qebûl nakin. Dewleteke ya me ancax dikare me qetil bike. Em jî vê qebûl nakin û dixwazin xwe bi rêve bibin'. Xwerêveberî, li şûna qetilkirina her rojan, li şûna mirinê, xwe rêve birin ji her tiştî çêtir e. Xwerêveberî tê wateya; eger tu êrîş bike, min tine bihesibîne, li hemberî destê aştiyê ji bo desthilatdariya xwe ya yek kesî  şer derxîne, mîna DAIŞ'ê komkujiyan bike, ez ê jî weke Kobanê rêveberiya xwe ava bikim. Xwerêvebrerî Kobanê ya Tirkiyeyê ye. Girîng ev rastî baş were fêmkirin. Ti rewabûna Erdogan û AKP'ê li Kurdistanê nemaye. Li dijî vê rewşa rewabûna xwe tenê komkujî ye, Kobanêbûyîn pêwîstiya herî mezin e. Lê divê ev yek bi hêza gel bê kirin. Ji ber ku her tiştê gel bike, li qada navneteweyî rewa ye."