TOP’ê li aqûbeta zarokên piştî erdhejê wenda bûne, pirsî

Meclîsa Zarokan a TOP’ê, di çalakiyê de ku li Kadikoyê li dar xist, li aqûbeta zarokên piştî erdhejê wenda bûne, pirsî û da zanîn ku ew ê bide ser şopa zarokan.

Meclîsa Zarokan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) li ber Operaya Sureyya ya Kadikoyê, li aqûbeta zarokên piştî rabûna erdhejê wenda bûne, pirsî. Polîsan dor li çalakiyê girt. Pankart û dowîzên li ser “Em li pey zarokan e“, nivîsandî hatin hildan. Di çalakiyê de bêyî sekin dirûşmeyên “Em li pey zarokan in ku erdhejê de wenda bûne“, “Îstismar sûc e, deng li terîqetan bibire“, “Ne terîqetan lê zarokan biparêze“, “Hikûmet bila îstifa bike“ hatin berzkirin û axavtina pêşîn li ser navê Meclîsa Zarokan a TOP’ê, ji aliyê Hatîc Goz ve hat kirin.

‘DESTHILATDARÎ, BI ERKA XWE YA PARASTINA ZAROKAN RANEBÛ’

Hatîce Goz bi bîr xist ku dewletê gel di bin kavilan de hiştiye û got ku mirov jiyana xwe ji dest didin, dewlet ketiye derdê lêkirina xaniyan. Goz destnîşan kir ku dewlet, bi erka xwe ya parastina zarokan ranebûye û diyar kir ku gelek zarokan jiyana xwe ji dest daye, birîndar bûne û mane bêxwedî. Goz îşaret pê kir ku 24 roj in dê û bav li zarokên xwe digerin û wiha got: “Malbat, 24 roj in li zarokên xwe digerin, wezîra malbatan bêyî ku fedî bike, dibêje; dibe ku zarok li nexweşxaneyan bin. Goz, bang li hikûmetê kir ku nikare zarokan biparêze, bila îstifa bike û da xuyakirin ku ew ê bidin pey zarokan.“

‘EM ZAROKAN BI WE VE BERNADIN!’

Seçîl Mûrtazaoglû ku daxuyanî xwend, got: “Em, zarokan bi edalet û destên pergala we ya berjewendîparêz ve bernadin. Em, vir in, zarok ne bi tenê ne.“