TKŞ'ê Helebce û Qamişlo bi bîr anî
Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) kesên ku di komkujiyên Helebce û Qamişlo de şehîd bûbûn bi bîr anî, mêtingerî û faşîzm şermezar kir.
Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) kesên ku di komkujiyên Helebce û Qamişlo de şehîd bûbûn bi bîr anî, mêtingerî û faşîzm şermezar kir.
TKŞ'ê di daxuyaniya niviskî de got, ''Dîktatoriya faşîst a Baasî li Helepçeyê 16’ê Adara 1988’an bi bombeyên kîmyewî êrîş bire ser gel. Di bomberana kîmyewî de bi hezaran Kurd şehîd ketin û bi deh hezaran Kurd jî birîndar bûn an jî astengdar man. Dîktatoriya faşîst a Baasî ya Iraqê ji ber ku di şerê bi Îranê re tengav bibû û li ber doza azadiya gelê Kurd êdî nedikarîbû li ser piyan bimaya bi komkujiyeke wiha hovane xwest ku dîktatoriya xwe biparêze.''
Bi berdewamî di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
''Gelê Kurd ên li Başûrê Kurdistanê li hemberî mêtîngeriya faşîst a Iraqê her dem di nav têkoşînekê de bibûn. Dewleta Iraqê her çi qasî ku bi tang û topan, bi alîkariya artêşa Brîtanya êrîşî gelên Kurd kir jî bi ser neket. Çiyayên Kurdistanê her dem gelê Kurd û şervanên wan ên azadiyê parastin. Sedam Huseyîn ê ku dîktatorekî şovenîst û faşîst bû dixwest ku di herêmê de hêza xwe ya mêtînger xurt bike. Gelê Kurd jî li hemberî vê weke astengiyeke sereke didît û ji ber vê êrîşa hovane ya bi navê ‘Enfalê’ anî serê gelê Kurd.
Doza avakirina Kurdistana azad û yek perçe îro hîn mezintir tê meşandin. Gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê azadiyeke neteweyî bi dest xist. Li Rojavayê Kurdistanê azadiya neteweyî hat bidestxistin û bi gelên herêmê re pergaleke demokratîk û gelparêz hat avakirin. Dewletên herêmê yên paşverû û mêtîngerên Kurdistanê êrîşên xwe didomînin. Li çar perçeyên Kurdistanê êrîş berdewam in. Hişyarbûna neteweyî ya gelê Kurd pêwîst e bi têkoşîna Kurdistana azad û yekbûyî re were yekirin. Ji bo vê yekê PDK’ê û partiyên din ên ku bi hêzên mêtînger re hevkariyê dikin pêwîst e dîroka Kurdan ji bîr nekin û ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn bikin.
Em ji bo salvegera 34’an a Komkujiya Helebeyê kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û soza avakirina Kurdistana azad û yekbûyî dubare dikin. Bimre şovenîzm û mêtîngerî. Bijî têkoşîna me ya azadiyê.''