TJA'yê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kir
Tevgera Jinê ya Azad (TJA) rojbûna 73'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û bang li her kesî kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin.
Tevgera Jinê ya Azad (TJA) rojbûna 73'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û bang li her kesî kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin.
TJA'yê bi wesîleya rojbûna 73'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rojbûna 73'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girava Îmraliyê dîl tê girtin, li tevahiya gelan û jinan pîroz be. 4'ê Nîsanê ku ji bo me tê wateya 'Jinûve vejînê', em bi coşa Newrozê pêşwazî dikin."
Di daxuyaniyê de işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd hate kirin û hate ragihandin ku tecrîd niha li ser tevahiya civakê tê meşandin, jiyaneke tecrîdkirî li jinan û tevahiya civakê tê ferzkirin.
Di daxuyaniya TJA'yê de hate gotin, "Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya gel û jinên Kurd ji aliyê dîrokî, felsefîk û siyasî ve bi hev ve girêdayî ne. Li dijî hewldanên nixumandina vê rastiyê divê her kes bicive."
Di dawiya daxuyaniyê de şehîdên Meşa Amarayê hatin bîranîn û hate xwestin ku 4'ê Nîsanê bibe wesîleya jiyana azad.