Tîryakî: Wê hesabê desthilatdariyê pêk neyê
Parlementerê HDP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê li ser endazyariya hilbijartinê dixebitin lê ew ê hesabê desthilatdariyê bi cih neyê.
Parlementerê HDP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê li ser endazyariya hilbijartinê dixebitin lê ew ê hesabê desthilatdariyê bi cih neyê.
Parlementerê HDP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ew derbarê ewlekariya hilbijartin û sindoqan dixebitin û bal kişand ser hevkariya partiyên mûxalefetê.
Parlementerê HDP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî derbarê guherîna qanûna hilbijartinê ya ku AKP û MHP’ê kir, ji ANF’ê re axivî. Tîryakî diyar kir tifaqa AKP û MHP’ê demeke dirêj e li ser qanûna hilbijartinê bi veşartî nîqaşan dikin û got “Ji alîkariya xezîneyê ya ji bo partiyên siyasî heta hilbijartinên li herêmên biçûk, ji endamtiya desteya hilbijartinê û heta serokatiya desteya hilbijartinê gelek tişt nîqaş kirine. Beriya niha jî ev pêşniyaz bû qanûn. Di vê qanûnê de bicihanîna pêdiviya civakî tune. Ev sererastkirin ji bo pêdiviyên MHP’ê hatine kirin.”
Tîryakî diyar kir ku di hilbijartina sala 2018’an de sererastkirinek hatibû kirin ku partî bi tifaqan têkevin hilbjijartinê lê dema ku di sala 2015’an de HDP’ê bend derbas kir, êdî tu şansa AKP’ê nema ku bibe desthilatdar. Tîryakî diyar kir ji ber vê jî di sala 2018’an de AKP’ê xwest partiyeke siyasî bîne ba xwe û got “Ev hesabê wan jî bi cih nehat. Tifaqa CHP, ÎYÎ Partî, Saadetê pêk hat. Bi saya qanûna tifaqê Tifaqa Millet 17-18 parlementerên din şand meclîsê. Hişê AKP’ê hê jî di sala 2018’an de maye.”
PARTÎ LI GORÎ VÊ REWŞÊ XWE AMADE DIKIN
Tîryakî diyar kir heta hilbijartinê wê partiyên siyasî xwe li gorî vê rewşê û stratejiya xwe ya hilbijartinê revîze bikin û got “Êdî ne mumkun e ku ev hesabên AKP’ê yên wekî yê endazyaran pêk were.”
Tîryakî diyar kir HDP jî du alî him bi partiyên Kurdistanî û him jî bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê xebatê dimeşîne û got “Em ê jî stratejiya hilbijartinê revîze bikin û em ê xwe ji hilbijartinê re amade bikin.”
Tîryakî diyar kir vê sererastkirina qanûan hilbijartinê ne demokratîk e û got “Li gorî sererastkirina nû wê serokatiya desteyên hilbijartinê yên bajar û navçeyan ji dêvila ji nav dadgerên bi tecrube û rayedar wê bi pişkê were hilbijartin. Armanca wan ev e ku heke neheqiyek were kirin û partiyên siyasî serî li desteyên hilbijartinê bidin, bila pêşiya vî tiştî were birîn.”
HDP AMADEKARIYÊN XWE TEMAM DIKE
Parlementerê HDP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî got “Heke gel û partiyên siyasî xwedî li sindoqan derkevin wê ev hesab bi kêr neyên. Em HDP di vî warî de xwedî îddîa ne. Me heta asteke bilind xebatên xwe temam kir. Komîsyonên me yên navendî li bajar û navçeyan perwerdehiyên xwe qedand. Piştî demeke kurt em ê endamên xwe yên desteya hilbijartinê û berpirsyarên xwe yên dibistanan jî diyar bikin. Beriya ku hilbijartin dest pê bike, em ê amade bin. Ev hilbijartin peywir û berpirsyariya hemû partiyên siyasî ne. Ji ber vê divê partiyên mûxalefetê di vî warî de hevkariyên mezin bikin. Em amade ne ku bi partiyên mûxalefetê re ji bo ewlekariya hilbijartinê hevkariyê bikin.”