Tîryakî: Dibe ku AKP berê hilbijêran bide koçberiyê
Wekîlê HDP'ê Mehmet Ruştu Tîryakî got, "Dibe ku AKP rê li ber koça hilbijêran veke. Ji bo Kurd, Elewiyên li herêma erdhejê warê xwe biterikînin, dibe ku polîtîkaya xalîkirina ji mirovan bimeşîne."
Wekîlê HDP'ê Mehmet Ruştu Tîryakî got, "Dibe ku AKP rê li ber koça hilbijêran veke. Ji bo Kurd, Elewiyên li herêma erdhejê warê xwe biterikînin, dibe ku polîtîkaya xalîkirina ji mirovan bimeşîne."
Di encama erdheja li Mereşê de ku bandor li 11 bajaran kir, bi deh hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran mirov neçar man koçî bajarên cuda bikin, niha pirs peyda bûne ku bi koçberiyê re wê hilbijêr karibin dengê xwe di hilbijartinê de bi kar bînin yan na.
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê ji bo wesfa hilbijêriyê ya mexdûrên erdhejê yên koçî herêma Marmarayê kirine winda nebe, komîsyoneke taybet ava kir. Hate ragihandin, ku ji bo hilbijêr karibin dengê xwe bidin, vê komîsyonê dest bi kar kiriye.
HILBIJARTINA DI DEMA REWŞA AWARTE DE
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Cengîz Topbaşli anî ziman ku di hilbijartinê de bi milyonan mirov ji bo karibin dengê xwe bidin wê nikaribin biçin warê. Endamên komîsyonê ragihandin ku ew nizanin pêvajoya Rewşa Awarte ya li herêma erdhejê hatiye ragihandin hîn çiqasî dewam bike û gotin, di dema hilbijartinê de bi rîsk e ku mirovan bibin herêmên hilbijartinê.
Topbaşli ragihand ku mexdûrên erdhejê yên serî li HDP'ê didin, weke karê destpêkê ew qeyda wan li AFAD'ê û qeymeqamtiyên navçeyê çêdikin, bi vî rengî pêşî li windabûna wesfa hilbijêriyê digirin û piştre jî li mala ku lê bimînin qeyda wan çêdikin.
TÎRYAKÎ: WESFA HILBIJÊRIYÊ JI DEST NEÇÛ
Parlamenterê Êlihê yê HDP'î û Nûnerê HDP'ê yê li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Mehmet Tuştu Tîryakî ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku HDP ji roja destpêkê ve li herêma erdhejê ye û karên xwe jî li gorî erdhejê ji nû ve plan kiriye. Tîrkayî anî ziman ku desthilatdarî li şûna derfetên jiyanê ji mexdûrên erdhejê re biafirîne wan bi tenê dihêle, bi sed hezaran mirov derbasî bajarên cuda kirin û got, "Ji bo her kesî niha bûye pirsek, ku yên bajarê lê ne terikandine wê bandoreke çawa li hilbijêriya wan bibe. Di vê der barê de beriya her tiştî dixwazim vê yekê bibêjim; Ev mirov çi li bajarê lê ne, çi jî li bajarên ku ji neçarî koçî wan deveran kirine, wesfa wan a hilbijêriyê ji dest neçûye.
Du rê li ber mirovan hene. Ya yekemîn li bajarê ku çûne qeyda xwe li wir çêbike. Bi vî rengî wê li cihê ku lê bi cih bûne karibin dengê xwe bidin. Rêya duyemîn jî adresa xwe derbasî bajarê ku lê bi cih bûye, nekin. Di dema hilbijartinê de dikarin biçin herêma erdhejê û dengê xwe li wir bi kar bîne. Weke karê destpêkê em giraniyê didin ser wê yekê ku zanibin çiqas mirovan cih guhertine, bi giranî çûne kîjan bajaran. Yanî em karekî fîzîbîlîteyê dikin. Li gorî van daneyan em ê stratejiyekê diyar bikin, ji bo mexdûrên erdhejê yên çûne bajarên cuda karibin dengê xwe bidin em ê bixebitin. Her wiha ji bo li herêma erdhejê bi hêsanî deng karibe bê bikaranîn, bi hevalên me yên li desteyên hilbijartinê re wê karekî berfireh bê kirin. Em ê karên desteyên hilbijartinê yên di vê mijarê de ji nêz ve bişopînin."
HEWLDANA JI BO XALÎKIRINA JI MIROVAN
Tîryakî bi taybetî bal kişand ser wan hewldanan ku herêmên erdhejê ji nifûsa Kurd û Ereb ên Elewî bê xalîkirin û got, "Li beşeke herêma erdhejê bi taybetî li herêmên ku Kurd û Elewî bi giranî lê ne, polîtîkayeke teşwîqê tê meşandin ku mirov ji cih û warê xwe koç bikin. Bi fikra min wê polîtîkaya xalîkirina ji mirovan bimeşîne û pêşî li guhertina demografîk veke. Li hemberî vê yekê ji bo mirovên ku ji neçarî cih û warê xwe terikandine li bajarê xwe vegerin, em ê hewl bidin. Bi kampanya malbata dost a partiya me, bi piştevaniya rêxistinên girseyî yên demokratîk, piştevaniya herêmî û navneteweyî em dikarin vê yekê pêk bînin."