Tirkiye jî tê de Swîsre êdî çekan nafiroşe 21 welatan
Wezareta Aboriyê ya Swîsreyê di sala 2017’an de firotina çekan a ji 21 welatan sekinand. Di nav van welatan de Tirkiye jî heye.
Wezareta Aboriyê ya Swîsreyê di sala 2017’an de firotina çekan a ji 21 welatan sekinand. Di nav van welatan de Tirkiye jî heye.
Wezareta Aboriyê diyar kir ku wan sala borî 48 daxwazên têkildarî materyalên şer red kirine. Ev daxwaz 21 welatan hatiye. Di nav wan de Tirkiye, Meksîka, Emîrtiya Ereban a Yekbûyî, Kuweyt û Siûdî Erebistan heye.
Rojnameya Le Matîn Dîmanche ji bo vê lîsteyê got ku, “48 bûyer lîsteyeke gelekî dirêj e û du caran li yên salên borî ye.” Hate ragihandin ku mîktara van tiştan nêzî 20 milyon frank e.
Şîrket beriya ku çekan bifiroşin welatan divê ji Wezareta Aboriyê destûrê bixwazin. Wezaret destûra vê firotin û îxracatê dide.
Şîrketên ku salên borî daxwazên wan hatine redkirin, xwestine ku wesayîtên zirxî û cebilxaneyan bifiroşin Tirkiyeyê. Wezaretê firotina gulleyên hawanê ya ji bo Kuweytê asteng kir û destûr neda ku şîrket çek, bombe û gulleyan bifiroşin Meksîkayê.
Wezareta Aboriyê nedixwest têkildarî îxracata çekan daxuyaniyê bide. Lê Dadgeha Federal biryar da ku divê wezaret bi awayekî şeffaf be.
Rêveberiya Swîsreyê dikeve fikaran ku weşandina agahiyên têkildarî firotina çekan gelek welatan aciz bike. Ji ber ku gelek ji van welatan bi awayekî veşartî çekan dikirin.