THY êdî rojnameyên cemaetê belav nake!
THY êdî rojnameyên cemaetê belav nake!
THY êdî rojnameyên cemaetê belav nake!
Hat ragihandin Rêyên Hewayî yên Tirk (THY) îro belavkirina çar rojnameyên din jî rawestandiye. Li gorî agahiyan ev rojnameyên mijara gotinê Zaman, Bûgun, Today's Zaman û Orta Dogû ne.
THY ku beriya niha belavkirina rojnameyên BîrGun û Sozcu jî rawestandibû, di demeke ku hikûmeta AKP û Cemaeta Fethûllah Gulen bi hev ketine de, çar rojnameyên din jî asteng kir.
Balkêş e ku rojnameyên belavkirina wan ji aliyê THY ve hatiye sekinandin rojnameyên nêzî cemaetê û yek jî rojnameyeke neteweperestiya Tirk e. Li gorî medya Tirk belavkirina rojnameyên Zaman, Today's Zaman û Orta Dogû hatine rawestandin.
Serokê Civata Rojnamevanên Tirkiyê Tûrgay Olcayto qedexe û bûyerên diqewimin weke 'demeke ecêb" bi nav kir. Li gorî rojnameya Hurriyetê Olcayto got, "Dibe ku di navbera desthilatdarî û cemaetê de pevçûnek rû bide, lê belê divê ev yek mafê agahîstendinê yê gel asteng neke. Li Tirkiyeyê her gotina ji devê Serokwezîr derdikeve, weke ferman tê dîtin. Divê li balafirê her rojname karibin bên xwendin. Divê di rojnameyên rastgirde jî di rojnameyên çepgir de jî cihêkarî neyê kirin. Divê THY van hemûyan bigire û belav bike. Di warê azadiya çapemeniyê de em bi hikûmetê re li hev nakin. Ew azadiya çapemeniyê bi tenê weke curbicuriyê dibînin."