Şêx Xeznewî: Birayên Misilman tenê dibêje 'Kurd birayê me ne'

Şêx Xeznewî: Birayên Misilman tenê dibêje 'Kurd birayê me ne'

Şêx Murşîd Maşuq Xeznewî, der barê rêxistina Birayên Misilman (Îxwan-î Muslimîn ku di serî de li Misir û welatên din xurt in axivî û got: "Ew dibêjin Miletê Kurd li Sûriyeyê heye û divê bigihêje mafê xwe yên çandî û ji bo Kurdan mafên siyasî naxwazin". Şêx Xeznewî, ji bo Erdogan jî got: "Ew kirîn û firotina misilmantiyê dike". Şêx Xeznewî, di nav peyamên ku da ANF’ê de diyar kir ku bavê wî Şêx Maşûqê Xeznewî jî ji aliyê Mahir Esadê birayê Beşar Esad ve hatiye kuştin.

Di 13’ê cotmehê de li Parlementoya Frensî "Şêwra Neteweyî" ya li ser Rojavayê Kurdistanê ji aliyê KNK’ê ve hatibû lidarxistin. Di vê konferansa ku guftugoyên girîng ji bo pêjeroja Rojava çêbûn, ji bilî nûnerên partî û rêxistinan ji çar parçeyên Kurdistanê kesayet û rewşenbîr jî tevlî bûn. Yek ji van kesan lawê Şêx Maşûqê Xeznewî ku di sala 2005an de ji aliyê rejîma Esad ve hatibû qetilkirin, Şêx Murşîd Maşuq Xeznewî bû.

Şêx Xeznewî piştî konferansê derbarê Rojava û politikayên Birayên Misilman ku tê gotin wekî li Misirê, li Sûriyeyê jî piştî rûxandina rejîmê dê were ser hikûm û Misilmantiya AKPê de peyamên girîng da ANFê. Şêx Xeznewî, bi giştî konferansê baş nirxand û wiha got "Divê Kurd bi mûxelefeta Sûriyeyê re jî bixebitin ku ew jî mafê gelê Kurd dixwaze. Divê Kurd temamî ji rejîma Esad qût bibin û bi van gruban re têkevin têkiliyê".

Şêx Xeznewî diyar kir ku ew tevlî kongreya hêzên muxalif ku li Qahîreyê di meha 7’emîn de pêk hatibû û li wir helwesta wan a di derbarê Kurdan de bi tundî rexne kiriye. Şêx Xeznewî, ji bo pêşeroja Rojavayê Kurdistanê jî banga yekîtiya netewî kir û van peyaman da:

"Ji bo alîkariya vê parçeyê xebatên wisa girîng in. Lê madem em di mala xwe de û tenê ne divê em êşa xwe rastî bêjin. Dema em êşa xwe rast nebêjin dê dermanê me jî şaş be. Berî 2 salan rejîm xurt bû û em jî li mala xwe rûniştibûn û karê me tenê li ser înternetê bû; me daxûyaniyek dida. Lê îro rejîm Sûriyeyê dikeve, ji tevgera Kurd tê xwestin ku gel bi rê ve bibe.

Tişta herî baş ku heya niha hêzên îslamî yên hişk di nava me Kurdan de nîne. Ji bo wê jî xeteraya pevçûnekî olî û mezhebî li Rojavayê Kurdistanê nabinim. Lê li Sûriyeyê sibê wê şerek çêbe; di nava Misilman û Mesehiya, di nava Elewî û Sunniyan, ev şer nêzikê. Hima rejîm bikevê dê ev şer dest pê bike. Lê tirsekî wisa ji bo Kurdan nabînim."

'CÛDAHIYEK DI NAVBERA BIRAYÊN MISILMAN Û AKP’Ê DE TUNE YE'

Şêx Xeznewî bibir xist ku heya 2005'an nêzikatiya Birayên Misilman ji pirsa Kurdan tune bû û wiha axivî: "Ji 2005'an heya îro jî yek nêrînekî derxistin; Miletê Kurd li Sûriyeyê heye û divê bigihêje mafê xwe yê netewî, wekî xwendina bi zimanê xwe û mafên xwe yên çandî. Heta niha ji bo Kurdan mafên siyasî naxwazin. Divê em ji bîr nekin; Birayên Misilman hêzeke di bin siya Erdogan de ye. Erdogan bêje çê ew jî wê biryarê didin. Bila herkes bizane, Erdogan çiqas baş be jî di dawiyê de dijminekî Kurd e."

Şêx Murşîd Maşuq Xeznewî, Misilmantiya serokwezîrê Tirk Erdogan û partiya wî AKPê jî bi awayekî tund rexne kir û wiha got; "Misilmantiya Erdogan a bazirganiyê ye. Mirovek e ku bi ola xwe bi kirîn û firotinê dike, ji bo berjewendiyên xwe, ev jî di xizmeta berjewendiya Tirkan de ye. Ji ber vê jî ev misilmantî nayê qebûlkirin. Misilmantî di navbera te û Xwedê de ye, çênabe tu zilmê miletekî dî bikî."

'ERDOGAN KIRÎN-FIROTINA MISILMANTIYÊ DIKE'

Şêx Xeznewî bang li Kurdan û Misilmanan kir ku divê li dijî van politîkayên Erdogan û cemeta Gulan hişyar bin. Şêx Xeznewî, dibêje ji bo vê jî divê tevgara Kurd xwedî bernameyekî bin û wiha got: "Di nava Kurdan de gelek kesên oldar hene. Divê ji wan re piştgirtî were kirin û ev werin hêmbêzkirin. Eger em vê nekin; wê demê derî ji misilmanên hişk re vedibe. Divê em qebûl bikin ku ji sedî 75ê Kurdan misilman in û dindar in."

Şêx Xeznewî destnîşan kir ku mêşên sivîl ên ku li Bakûrê Kurdistanê di pêşengtiya BDPê de dihat lidarxistin gavekî pir baş û wiha axivî: "Divê parçeyên dî yên li Kurdistanê jî ji vê tecrûbeyê sûd werbigrin.Divê ol ne di bin destê dewletê de be û ev jî rastiyek e û gerek wisa be. Ji ber ku dema ol ketê destê dewletê de wê dewlet olê bi kar bîne. Divê ol azad be."

'BAVÊ MIN JI ALIYÊ BIRAYÊ BEŞAR VE HAT KUŞTIN'

Herwiha Şêx Xeznewî diyar kir ku bavê wî Şêx Maşûqê Xeznewî ji aliyê Mahir Esadê birayê Beşar Esad ve hatiye kuştin û van agahiyan da me: "Di derbarê vê yekê de gelek belge di destê min de heye. Yek ji van jî vîdeoyeke ku Mahir Esad di civatekî de diaxive û jê pirs dikin; Ka çî bi Xeznewî were, ew jî dibêje; Me wî şand nexweşxanê lê rizgar nabe. Van belgeyan min hemû pêşkeşî Amnestyê (efûya navneteweyi) kir. Yanî ji bo min qatilê bavê min zelal e."