Rageşiya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de her ku diçe zêde dibe. Kurdên li ser sînorê Kurdan û ereban dibînin, bi gefên erebkirinê re rû bi rû ne. Şaredarê Celewlayê hewara xwe gihan gerîlayên PKK’ê.
Şaredarê qezaya Celewle Enwer Hisên ji televizyona NRT re gotibû ku “Hêzên Pêşmerge yên nêzîkî Celewle nikarin hevwelatiyên Kurd biparêzin” û bang li “gerîlayên PKK kir ku hevwelatiyên kurd li Celewle ji destê grubên çekdar biparêzin.”