Testa girtiyê bi nexweşiya giran Ozkan dîsa pozîtîf derket

Testa vîrûsa koronayê ya girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Emîn Ozkan dîsa pozîtîf derket.

Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku li girtîgeha Tîpa D'yê ya medê girtiye û kurê wî Ahmet Ozkan 6'ê Kanûnê bi vîrûsa koronayê ketin. Ozkan ji bo ku rewşa wî giran bû 8'ê Kanûnê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Ozkan ji ber nexweşiyên wî dikeve nav koma birîsk. Bêyî ku testa wî negatîf bibe 12'ê Kanûnê ew dîsa birin girtîgehê. Ji wê demê û heta niha Ozkan di hicreya karantînayê de ye û li gel ku 16 roj derbas bûne jî testa wî nebû negatîf.

Kurê Ozkan Nevzat Oskan diyar kir duh bi teleonê bi bavê xwe re axiviye, testa bavê wî û birayê wî dîsa pozîtîf derketiye. Ozan diyark ir bavê wî û birayê wî di hicreya karantîyaê de ne û bavê wî pir dikuxe.