Terora dewletê: Derbarê 91 kesan biryara destgîrkirinê hate dayîn

Dewleta Tirk bi navê ‘Lêpirsîna Kobanê’ dest bi destgîrkirinê kir. Li 13 bajaran herî kêm derbarê 91 kesan biryara destgîrkirinê hate dayîn.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin, li 13 bajaran derbarê 91 kesan de biryara destgîrkirinê hat dayîn. Hat diyarkirin ev operasyona destgîrkirinê di bin navê “Lêpirsîna Kobanê” de hatiye destpêkirin û heta niha 46 kes hatine destgîrkirin. 

Operasyona serdegirtina malan li bajarên wek Amed, Riha, Stenbol, Edene, Mêrsîn û gelek bajarên din hatiye lidarxistin. Hat zanîn ku hevşaredarên HDP’ê yên berê jî di nav de gelek kes hatine destgîrkirin. 

Navên hin kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Hevşaredarê Akdenîzê yê berê Fazil Turk, xebatkarên Şaredariya Akdenîzê yên berê Hasan Çat, Selamî Turan û Ulfiye Özcan, xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê parêzer Metîn Kilavuz, Hesapgirê HDP’ê yê berê Zekî Çelîk. Rêveberê HDP’a Edeneyê Mustafa Bîlgîç, Şefîk Ozbey, Necmettîn Aslan. 

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê têkildarî lêpirsînê daxuyaniyek nivîskî weşand. Li gorî vê daxuyaniyê tê îdiakirin ku kesên“di bûyerên Kobanê de alîkariya malî kirine, alîkariya madî dane malbatên endamên PKK’ê yên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne” hatine destgîrkirin.