HDP bi navendên xwe yên koordînasyonê ku li bajarên erdhejê lê çêbûne re civînan li dar dixe. Civîna ewilî li navenda koordînasyonê ya li Meletiyê hat lidarxistin. Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tayîp Temel tevlî civînê bû. Temel da zanîn ku ligel derfetên kêm jî partiya wan û bi hezaran dilxwaz û xêrxwazan bi fedakariyeke mezin hewl dane birînên mexdûrên erdhejê bipêçin û ligel ku gelek astengî hebû jî wan alîkarî gihandine mexdûrên erdhejê.
Temel da zanîn ku bi hezaran endam û rêveberên partiya wan û dilxwaz ji Wan, Mûş, Bedlîs, Amed, Êlih, Mêrdînê xwe gihandine herêmên erdhejê û di van 12 rojan de her roj 10 TIR alîkarî gihandine mexdûrên erdhejê.
Temel anî ziman ku desthilatdariyê mexdûrên erdhejê terkî qedera wan kiriye û got: “Xemsariya dewletê bîlançoya qurbaniyan, birîndaran û xesar giran kir. Heke ji sedî 1’ê derfetên dewletê û desthilatdariyê bi me re hebûna wê bîlançoya îro wisa ne giran bûya. Yên ku divê li ser navê dewletê xebat bikirina û biçûna hewara mexdûran, beriya her kesî ew ji bajarên erdhejê reviyan. Vê desthilatdariyê xelk di bin kavilên erdhejê de hişt û terkî mirinê kir. Lê belê xelkê me yê cefakar bi ruhê seferberiya yekitî û hevgirtinê çû bi hawara herêmên erdhejê û alîkarî gihand. Bi piştevaniya gelê me, xebatkarên me û bi hezaran dilxwazên û xêrxwazan birînên mexdûran tên pêçandin.”