Temel: Divê her kes ji bo rojnamevanên destgîrkirî dengê xwe bilind bike

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, ji bo piştevaniyê çû serdana DFG’ê û got: “Em bang dikin ku her kes dengê xwe ji bo rojnamevanên destgîrkirî bilind bike û bertek nîşan bide.“

Alîkarê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel û parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Îmam Taşçier bi boneya destgîrkirina rojnamegerên Kurd, çûn serdana Komeleya Rojnamegeran a Diclê Firatê (DFG). Parlamenterên HDP’ê ji hêla Hevseroka DFG’ê Dîcle Murtuoglû û Rêveberê DFG’ê Hakki Boltan ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de Cîgirê Hevserokê HDP’ê Tayîp Temel axivî û piştevaniya xwe ya bi rojnamegeran re anî ziman. Bi domdarî Temel anî ziman ku destgîrkirina rojnamevanên Kurd parçeyeke êrîşên li dijî gelê Kurd û hezên demokrat e û wiha domand: “Armanca wan ew e ku hemû hezên demokrat serî bitewînin. Dixwazin heqîqeta gelê Kurd, heqîqeta şerê qirêjî ya li dijî gelê Kurd veşêrin. Çend meh berê jî dîsa 16 rojnamevanên Kurd hatibûn girtin û kompûter û mîkrofon weke delîlên sûc dabûn nîşandan. Em şahidiya hemû hevalên rojnameger dikin ku ji bo heqîqeta Kurdistanê ji hemû cîhanê re ragihînin bi şev û roj dixebitin. Êrîşên li dijî Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS’e jî perçeyeke vê konsepta şer e.”

‘KONSEPTA ŞERÊ QIRÊJÎ’

Bi domdarî Temel destnîşan kir ku erîşa li dijî rojnamevanên Kurd perçeyeke êrîşên çekên kîmyewî ku li başûrê Kudistanê tê bikaranîne û wiha pê de çû: “Heqîqeta êrîşên qirêjî, bi saya nûçegihanên wêrek ku hatine destgîrkirin digihije civakê. Em jî heta dawiyê piştgiriyê didin wan hevalên xwe yên rojnamevan. Banga me li hemû rojnamevan û saziyên rojnamevanên navneteweyî û yên Tirkiyeyê ew e ku li dijî vê êrîşa qirêj bertekên xwe nîşan bidin.”

‘DUH SERÎ NETEWANDIN ÎRO JÎ DÊ NETEWÎNIN’

Temel bal kişand ser destgîrkirina Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirkiyeyê (TTB) û got ku ev destgîrkirin û destgîrkirina rojnamevenan giredayî şerê qirêjî ye. Temel bi lêv kir ku bi vê helwestê dixwazin civakê bêdeng bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesen ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP derdikevin jî rastî, zext, tundî û destgîrkirina tên. Di salên 90’î de çapemeniya azad rastî zextên weke îro hatibû. Apê Mûsa, Metîn Goktepe û gelek rojnamevanên ku heqîqet radigihandin hatin qetilkirin. Lê rojnamevanên Kurd, çapemeniya azad wê deme jî serî netewandin îro jî natewînin.”

‘EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN’

Piştrê jî Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû axivî û ji bo serdanê, spasiya şandeya HDP’ê kir. Muftuoglû diyar kir ku êrîşên li ser çapemeniye bi piştgirî û tekoşîneke hevpar dikarin bên sekinandin û axaftina xwe wiha qedand: “Desthilatdarî êrîşî hemû muxalîfan dike. Ji ber wê jî hewceyê em bi hev re têbikoşîn. Armanca ji êrişên li dijî çapemeniya azad û rojnamevanên Kurd, bêdengkirina gelê Kurd e. Bi qanûna sansûrê re edî sepanên ku li dijî rojnamevanên Kurd dihatin meşandin, li dijî hemû çapemeniyê tên meşandin. Bi destgîrkirinê hevalên me dixwazin peyamê bidin hemû civakê. Hevalên me di pêvajoya ku çekên kîmyewî di rojevê de bûn hatin destgîrkirin. Sûcê şer ê ku Tirkiye dike, niha di rojeva hemû cîhanê de ye. Di vê pevajoyê de dewletê rojnamevanên ku hemû cîhan ji bikaranîna çekên kîmyewî haydar kirî destgîr kir. Bi vê destgîrkirinê peyam dan hemû rojnamevanan jî. Heta niha me tu carî serê xwe netewandiye û dê netewînin jî. Ji bo parastina rojnamevaniyê, banga me li hemû hempîşeyên me ew e ku piştgiriyê bidin û em bi hev re têbikoşin.”