Têkoşîna ji Roboskî re edalet di meha 122’an de ye: Huqûq winda, edalet nîne!
Têkoşîna edaletê ya Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî ya ji bo darizandina kiryarên komkujiyê tê rêvebirin di meha xwe ya 122’an de berdewam dike.
Têkoşîna edaletê ya Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî ya ji bo darizandina kiryarên komkujiyê tê rêvebirin di meha xwe ya 122’an de berdewam dike.
Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî, di meha 122'yemîn a Komkujiya Roboskî ku 19 jê zarok bi giştî 34 kes ji aliyê balefirên Artêşa Tirj ve hatibûn kuştin de li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê daxuyanî da çapameniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila kujer bên dîtin û careke din Roboskî qet pêk neyên" hat vekirin. Di daxuyaniyê de ji Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî Tanjû Gunduzalp axivî û daxwaza edaletê kir.
Tanjû Gunduzalp, diyar kir ku ji roja komkujî pêk hatiye ve li edaletê digerin û û astengiyên li pêşiya edalet nayen rakirin û wiha got: "Hemû sazî û dezgehên darazê bêcezakirina kujeran didomînin. Roboskî remza bêwijdaniyê ye. Bi hevkariya hiqûqa navneteweyî ser komkujiyê hatiye girtin. Lê malbat û parastvanên mafên mirovan lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Bîra her civakê heye. Her çiqas serî li veşartin û înkarê bê dayîn jî ev bîr hem daxwaza edaletê hem jî daxwaza aştiyê dike. Tiştên tên serê me ji ber dewlet, bêcezakirin, şer û tunebûna edaletê tên serê me. Di tu komkujiyê de demborîbûn tune ye."
Gunduzalp, da zanîn ku wê her 28'ê mehê bang bikin û ev tişt gotin: "Li vê xakê rêya edalet û aştiyê, teqez û destpêkê di Roboskî re derbas dibe. Roboskî şerma vê xakê, birîna derbûyî û lêgerîna edaletê ye."