Têkildarî parlamentera girtî Demîrel fezleke hate amadekirin

Serdozgeriya Komarê ya Tirk a li Amedê têkildarî parlamentera HDP'yî ya girtî Çaglar Demîrel bi îddîaya "propagandaya rêxistinê kiriye" fezleke amade kir.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî parlamentera HDP'yî ya girtî Çaglar Demîrel, ji ber axaftina wê ya li Komeleya Pîr Sûltan Abdal bi îddîaya "propagandaya rêxistinê kiriye" fezleke amade kir.

Di fezlekeyê de hate destnîşankirin ku destnelêdana parlamenter Demîrel heye û ji bo ku lêpirsîn were destpêkirin divê Serokatiya Meclîsê destnelêdanê rake.

Dema ku destnelêdana Çaglar Demîrelê were rakirin ji ber sûcê "propagandaya rêxistinê kiriye" ji bo cezayê girtîgehê yê ji salekê heta 5 salan wê doz lê were vekirin.