Têkildarî Canan Kaftancioglû biryara 'anîna bi zorê' hate dayin
Di doza bi sûcdariya 'heqareta li Erdogan' de dadgehê biryar da ku Canan Kaftancioglû bi zorê tevlî rûniştina dadgehê bê kirin.
Di doza bi sûcdariya 'heqareta li Erdogan' de dadgehê biryar da ku Canan Kaftancioglû bi zorê tevlî rûniştina dadgehê bê kirin.
Têkildarî Seroka berê ya bajarê Stenbolê ya CHP'ê Canan Kaftancioglû bi îdîaya "heqaret" li Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan kiriye doz hatibû vekirin û rûniştina destpêkê jî li Dadgeha Ceza ya Esliye ya 53'emîn a Stenbolê pêk hat.
Canan Kaftancioglû tevlî rûniştinê nebû, parêzer tevlî bûn. Parêzerê Canan Kaftancioglû diyar kir ku muwekîla wê li derveyî bajêr e, wê di rûniştina bê de amade be.
Dadgehê daxwaza tevlîbûna li dozê ya parêzerê Erdogan qebûl kir û biryar da ku Canan Kaftancioglû "bi zorê" tevlî rûniştina dadgehê bê kirin. Doz ji bo 15'ê Îlonê hate taloqkirin.