‘Têkbirina tifaqa paşverû erka me ya dîrokî ye’
Hevserokê SYKP’ê yê Stenbolê Ronî Gonen Tifaqa Cûmhûr weke tifaqa herî paşverû ya dîrokê bi nav kir û anî ziman ku têkbirina vê tifaqê erka dîrokî ye.
Hevserokê SYKP’ê yê Stenbolê Ronî Gonen Tifaqa Cûmhûr weke tifaqa herî paşverû ya dîrokê bi nav kir û anî ziman ku têkbirina vê tifaqê erka dîrokî ye.
Hevserokê SYKP’ê yê Stenbolê Ronî Gonen anî ziman ku SYKP hem bi navê Partiya Çep a Kesk û hem jî bi navê xwe li kolanan xebat bidomîne û da zanîn ku wê xeta têkoşînê ku sazîbûna faşîzmê têk bibe, bimeşînin.
Hevserokê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) ê Stenbolê Ronî Gonen ku di Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digire ji ANF’ê re axivî. Gonen bi bîr xist ku HDP’ê ji roja avabûna xwe heta niha weke partiyeke hevgir dixebite û anî ziman ku SYKP’ê ji destpêkê ve prensîba xebeta hevpar pejirandiye û li gorî wê tevdigere.
Gornn derbarê stratejiya hilbijartinê de wiha got: “Bi taybetî zêdebûna xizaniya ji ber krîza aborî ya li Tirkiyeyê nîşan dide ku em ber bi hilbijartineke çînî ve diçin. Em jî hem li SYKP û hem jî li Partiya Çep a Kesk bi armanca ku nîşan bidin rizgariya rast a çîna karker û kedkaran li ku derê re û ji bo birêxistinkirina vê yekê xebatên hilbijartinê bidomînin. Helbet ji xeynî wê hilweşandina ku desthilata AKP di nava 20 salan de bi xwe re aniye, heye. Em hilbijartina di konjoktura 2023’an de weke veguherînê dibînin. Li pêşberî me Tifaqa Cûmhûr ku tifaqa herî paşverû ya dîrokê ye û ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatiye avakirin, heye û têkbirina vê tifaqê erka me ya dîrokî ye. SYKP hem bi navê Partiya Çep a Kesk û hem jî bi navê xwe li kolanan xebat bidomîne û xeta têkoşînê ku wê sazîbûna faşîzmê têk bibe, bimeşîne.”
EV SALEK E EM JI BO EWLEKARIYA HILBIJARTINÊ DIXEBITIN
Gonen anî ziman ku di hilbijartinan de yek jî mijarên girîng ewlekariya hilbijartinê ye. Gonen destnîşan kir ku SYKP’ê beriya salek dest bi xebatên ewlekariya hilbijartinê kiriye û ji bo vê jî hem di nava HDP’ê de û hem jî di sendîkayan de bi saziyên sivîl re hevdîtin kirine.
Gonen, anî ziman ku yek ji mijarên girîng ên hilbijartinan ewlekariya hilbijartinê ye û destnîşan kir ku SYKP'ê salek berê dest bi xebatên ewlekariya hilbijartinê kiriye û hem di nava HDP'ê û hem jî di sendîkayan de bi rêxistinên sivîl re hevdîtin kirine. Gonen, da zanîn ku divê ji bo ewlekariya hilbijartinê li dijî provokasyonên ku wê di roja hilbijartinê de rû bidin, xebat were kirin.”
JI BO TÊKBIRINA ERDOGAN
Gonen, anî ziman ku SYKP piştî civîna Desteya Rêveber a Navendî ku di rojên pêş de bê kirin, piştgiriya xwe ji bo namzetekî hilbijartinên Serokkomariyê eşkere bike û wiha got: “Em li pirsgirêkê ji hilbijartina di navbera Erdogan û Kiliçdaroglû zêdetir, bi têkçûna AKP û Tayyîp Erdogan dinêrin. Em dizanin ku karekterê çînî ya Kemal Kiliçdaroglû û Tayyîp Erdogan çi ye. Ji ber vê yekê, em li vir li ser karekterekî çînî hilbijartin nakin. Di vê mijarê de em difikirin ku divê AKP-MHP û Erdogan têk biçe û piştgiriya muxalefetê bê kirin. Em ê di rojên pêş de di civîna Meclîsa Partiyê de li ser vê mijarê nîqaş bikin. Em ê nîqaşên di saziya xwe de bi HDP’ê re jî nîqaş bikin û bi ya me em ê zemînekî hevpar bi dest bixin.”
PIŞTÎ HILBIJARTINAN JÎ WÊ TÊKOŞÎN BIDOME
Gonen anî ziman ku encama hilbijartinê çi dibe bila bibe wê têkoşîn bidome û muxalefet bi ser bikeve jî wê têkoşîn hê mezintir bibe.