Serokomarê Îranê Mehmûd Ehmedînecad bi Serokwezîrê Herêma Kurdistnaê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî. Ehmedîcad da zanîn ku Iraq jî dikare feydeyê ji têkiliyên di navbera Îran û Herêma Kurdistnaê de bigire.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serdan û hin hevdîtinan roja yekşemê çû Îranê. Barzanî ji aliyê Serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedînecad ve hate qebûlkirin.
Ehmedînecad peyam da ku ew dixwazin bi Herêma Kurdistanê re têkiliyên xwe xurtir bikin û bal kişand ser têkiliya bazirganî ya di navbera her du aliyan de.
Barzanî jî diyar kir ku ew ji têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê re amade ne û da zanîn ku rew girîngiyek mezin didin vê yekê.
Hate diyarkirin ku rojevên sereke yên her du aliyan têkiliyên bazirganî û pirsgirêkên siyasî yên di navbera rêveberiya Hewlêr û Bexdayê de bûn.
Barznaî piştî hevdîtina bi Ehmedînejad re, bi Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Saîd Celîlî re hevdîtinek pêk anî. Li gorî agahiyên ajansan dane bazara di navbera her du aliyan de 8 milyar dolar derbas kiriye.