Tecrîda li ser Ocalan ket roja 302’emîn

Tecrîda li ser Ocalan ket roja 302’emîn

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ku bi miwekîlê xwe re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê bi hinceta "kêştî di temîrê de ye" hevdîtin hate astengkirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dinç, Huseyin Bogatekin û Rezan Sarica, ji bo ku bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê bi hinceta "keştî hêj nehatiye çêkirin" destûra hevdîtinê nehate dayîn.

Parêzer herî dawî di 27'ê tîrmeha 2011'an de (302 roj) berê çûbûn Îmrahiyê û ji wê demê heta niha hevditin pêk neanîne. Serlêdana parêzeran her tim bi hincetên "keştî xirabeya", "rewşa hewayî" û "kêştî di temîrê de ye" tê redkirin û hevdîtin tên astengkirin.