TBB’ê giliyê Kizilayê kir

TBB’ê bi boneya ‘’bawerî bi nebaşî bi kar anîne’’ giliyê rayedarên Kizilayê kir.

Yekîtiyên Baroyên Tirkiyeyê (TBB), bi boneya ‘’bawerî bi nebaşî bi kar aniye’’ giliyê rayedarên Kizilayê li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê kir.

TBB’ê, di daxuyaniya xwe ya ji bo kirina giliyê rayedarên Kizilayê de, ev tişt gotin: ‘’Erka sereke ya Kizilayê ya statuya wê ew e ku ji bo xêra raya giştî bixebite, gava felaketên xwezayî, parastina jiyan û tenduristiya mirov, têkoşîna li dijî birçîbûn, xizanî û bêpariyê ye, konên ku emanetê wê ne, divê li gor ray û erka hatiye dayîn bigihîne cihê felaket lê rabûye.’’

 ‘LI DIJÎ HIQÛQA MAFÊN MIROVAN E’

Dewama daxuyaniyê wiha ye: ‘’Cihê bi erka xwe rabibe, ji bo çareserkirina pirsgirêka sî û starê ya welatiyan konên emanetê wê ne demildest bişîne herêmê, bi rêya şirketa ku ava kiriye firotina konan, di çarçoveya qanûnan de ku pê ve girêdayî ne, sûcek e ku divê berpirsên Kizilayê bên cezakirin. Ev pêkanîna kesên gumanbar ku hat eşkerekirin, ji xeynî berpirsyariya cezayî, li dijî hiqûqa mirovane, rêgezên bingehîn ên Xaça Sor-Heyva Sor a Navneteweyî û hiqûqa mafên mirovan ên navneteweyî ye.’’

Piştî derket holê ku Kizilayê piştî erdhejê kon û zexîre firotine AHBAP’ê, civakê bertek nîşan dan.