Tangên Sûriyeyê ketin Helebê û îdiaya li Hulayê bi dehan mirî!

Tangên Sûriyeyê ketin Helebê û îdiaya li Hulayê bi dehan mirî!

Hate îdia kirin ku artêşa Sûriyeyê li bajaroka Hula bombebaran pêk aniye û nêzî 90 kesî mirine û hate gotin ku wesayîtên zirxî cara yekemîn ketine bajarê Helebê.

Çapemeniya Rojava li gorî Malaçavderiyê ya mafê mirovan ya Londonê ku girêdayê Birayên Muslimanin, da zanîn ku l herêma Hula ji roja înê de bombebaran pêk tê û 25 jê zarok 9 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Welatên rojava û Konseya Netewî ya Sûriyeyê (SUK) ku di bin piştgiriya Kata –Tirkiyeyê de ye bag li Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî kir ku lezgîn bicivin. Li gorî SUK’ê li Hulayê 110 kesî jiyana xwe ji dest da ye.

Roja înê li Helebê bi dehezaran kesî pêşandana protestoyî pêk anîbû û piştî vê cara yekemîn wesayîtên zirxî ketine bajarê herî mezin yê duyemîn ê welat. Li gorî muxalîfan hêzên rejîmÎnê roja înê 6 sivîl qetilkirine.

Hate hînbûn ku wesayît bi taybetî daketine taxên Kalase û Bostan El Kasr û ‘çiyayên kurd’ li bakûrê welate û sînorê wê bi Tirkiyeyê re heye tê bombeberan kirin. Hat gotin ku ji ber ku wesayîtên zirxî nekarin bikevin herêmê, bombebaran dikin.