SYKP: Êrişên nû ji bo hebûna desthilatdariyê tê kirin

SYKP ku xwest êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê demildest werin sekinandin destnîşan kir ku divê PDK jî dest ji helwesta xwe ya hevkariya bi hêzên mêtinger-zêdexwaz berde.

Partiya ji Nû ve Damezrandina Sosyalîst (SYKP) bi daxuyaniyeke nivîskî bang li dewleta Tirk kir ku demildest êrişên nû yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê rawestîne.

SYKP’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrîşa li ser Başûrê Kurdistanê wê ji bilî mirina bi sedan sivîl û çekdaran, wêrankirina wargeh û wêrankirina xwezayê ti encamekê bi xwe re neyine û wiha pê de diçe: “Wê bin bikevin; Ji ber ku ji sala 1993’an û vir ve çarenûsa bi dehan tevgerên êrîşa leşkerî li herêmê pêk hatinî wisa bûye.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê êrîşê de di nava hevkariyeke vekirî û rasterast a siyasî û leşkerî ya bi dewleta T.C’yê de ne û hat gotin, “Helwesta PDK'ê ya ku weke AKP'ê ye, xizmeta Kurdan nake belku xizmeta daxwazên hêzên mêtinger-zêdexwaz dike.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên înkar û îmhayê, operasyonên leşkerî, komkujî, zextên sîstematîk û mêtingerî ve çareser nabe; Hate destnîşankirin ku yên desthilatdariyê ji vî şerî sûd werdigirin û şer weke bingehekê ji bo domandina desthilatdariya xwe dibînin.

Di daxuyaniyê de her wiha bal hat kişandin li ser polîtîkayên mêtingeriyê yên li dijî Kurdan û wiha dewam kir:

“Hemû êrîşên li ser erdnîgariya Kurdan û gelê Kurd û domandina bi israr a şer ne tenê pêşiya çareseriya demokratîk û siyasî digire; di heman demê de bi sedhezaran mîlyar lîreyên ku di şer de hatine razandin û di bin axê de hatine veşartin, rasterast sedema hê bêhtir zêdebûna feqîrî, xizanî û bêkariya gelên bindest ên li Tirkiyê ye. Şer, di heman demê de neteweperestî, şovenîzm û nîjadperestiyê sor dike û dibe sedem ku Tirkiye hîn bêhtir ber bi tarîtiyê ve biçe, wêraniya wê ya rewşenbîrî/çandî û windakirina nirxên gerdûnî yên ku li van xakan geş dibin bi xwe re tîne.”

SYKP'ê bal kişande ser wê yekê ku SYKP ji bo çareseriya demokratîk, aştiyane û siyasî ya pirsgirêka Kurd wê têkoşîna xwe bidomîne û ev daxwaz hatin destnîşankirin:

  • Divê demildest tevgera êrîşê ya li ser xaka Herêma Kurdistanê bê rawestandin!
  • Divê hemû xebatên leşkerî yên li ser erdnîgariya Kurdan ji Rojava heta sînorê Îranê û çeperên leşkerî yên weke baregeh/xalên kontrolê bên bidawîkirin, herêmên dagirkirî bên valakirin û rêveberiya wan radestî gelê herêmê were kirin.
  • Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di bin kontrola PDK’ê de ye, dest ji helwesta xwe ya hevkariyê bi hêzên mêtinger-zêdexwaz berde.