Sûîqestên komployê ku veşarî man

Di rojên tarî yên Komploya Navneteweyî de, siyasetmedara Rûs Galîna Starovoytova hat kuştin. Medya Tirk, kuştina wê wiha ragihand: "Dosta Apo hat înfazkirin."

Di pêvajoya bi 129 rojan de ku 9’ê Cotmeha sala 1998’an dest pê bû, 15’ê Sibata sala 1999’an bi revandin û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi encam bû, li du welatan li pey hev du kes hatin kuştin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Rûsyayê Galîna Starovoytova, 20’ê Mijdara sala 1998’an li ber mala xwe ya li Saint Petersbûrgê hat kuştin. Piştî kuştina Galînayê hema bibêje rojek bi şûn de îcar Wezîrê Xebatê yê Îranê yê berê Daryûş Forohûar û hevsera xwe li Tehranê bi hovîtî hatin kuştin. 

Yek Rûs, yek Îranî, taybetiya hevpar a her du siyasetmedaran ew bû ku dostên Kurdan bûn. Her du jî beriya ku bên kuştin, ketibûn wê hewilê ku cihekê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekê azad lê bimîne, bibînin. Siyasetmedara Rûs Starovoytova jî wek Foroûhar li welatê xwe serokeke muxalîf bû û serdemekê bûbû Şêwirmenda Neteweyên Kêmar a Borîs Yeltsîn ku Serokê Dewletê bû.  

Galîna Starovoytova, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mafê penaberiya siyasî werbigire, bi komek hevalên xwe re xebitî û kir ku biryar ji Dûmayê derbikeve û hêzên komploger ew ji xwe re kir armanc. Galîna Starovoytova ku salên 1990’î siyasetmedareke navdar a Rûsyayê bû, kî ye? 

ZAROKATIYA WÊ JI ÛRALAN BER BI LENÎNGRADÊ VE 

Galîna Starovoytova, 17’ê Gulana sala 1946’an li Ûralan, li Chelyabînsk ku paytexta herêmê ye, çêbûye. Salên xizaniyê yên piştî şer bûne, lewma ku zarokek çar kîloyî çêbûye, xebatkarên nexweşxaneya zayînê şaş mane. Galîna, ji aliyî bav ve ji gundekê Belarûsê ye, dê jî Kazakeke ji herêma Ûralan e. Galîna ku du salî ye, malê bar dikin Lenîngradê. 

Galîna, ji zarokatiya xwe ve yeke bihêz û ne nerm bûye. Tiştekê jê re rast nehatibe texsîr nekiriye ku bi mamosteyên xwe re li ser niqaşê bike. Gava şagirt bûye, çûye Abhazya û Qerebaxê û li raz û sirên neteweyên kêmar ên vê derê kolaye. 

Galîna Starovoytova, bi pişt re bi nivîsandin û danîna têkiliyê bi kesan re, li Kafkasyayê ji xwe re gelek heval çêkirine. Ji bo piştgiriya bi Ermenan re nameyek nivîsiye û di rojnameyên herêmî de weşiyaye. Vê jina Rûs a ciwan, li Ermenistanê gelek bi nav û deng bûye. Bê guman ku kêfa Ermenan jê re hatiye, salên ji pêş re ev di kariyera wê ya siyasî de bi kêrê wê hatiye. 

NAMZEDA SEROKDEWLETIYÊ YA PÊŞÎN A JÎN A RÛSYAYÊ 

Galîna Starovoytova, li kargeha Krasnaya Zara dest bi kar kir û bi xizmeta giştî dewam kir. Dawiya salên 1980’yî mala xwe bar kir Moskovayê û salek bi şûn de ji Lenîngradê bû parlamenter. Piştî hilweşîna Sovêtan, di mijarên etnîk de li Rûsyaya nû bû, şêwirmenda serokkomar. Lê di vê pozîsyonê de zêde nexebitî û saleke din ji ber sedemeke nehat zanîn ji erka xwe hat kirin. 

Nîveka salên 90’î bû parlamentera Dûmaya Dewleta Federasyona Rûsyayê. Hevpîşeyên wê gelek hez jê kir, bû xwedî prestîjeke zêde û di nav hilbijêran de hat naskirin. Di pey re jî bû namzeda Serokatiya Dewletê. Starovoytova ku wek namzeda pêşîn a li Rûsyayê, ket dîrokê. Dengên ji bo namzediya serokatiyê diviyabûn, di nava çend rojan de berhev kirin. Lê dîsa jî ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Navendî ve hat redkirin. 

Ya rast ew e ku, xebatkarên Starovoytovayê, ji bo îmzeyên hewce ne zû bi zû berhev bikin, form di medyayên cuda de weşandin û bang ki hilbijêran kir ku bi serê xwe werin navenda kampanyayê. Pûsûlayên dengan ku ji rojnameyan hatin jêkirin, kir ku namzediya wê red bibe. 

DI ŞERÊ ÇEÇENISTANÊ DE DÎL RIZGAR KIRIN 

Galîna Starovoytova, dizanî ku îhtimala ku bibe serok, kêm e. Ji wê boneyê, bi armanceke cudatir rabû da ku giringiya jinan di siyasetê de bipeyitîne. Piştî hewildaneke revînê ya ne bi serfirazî, Starovoytova, bi armanca ku bi şervanên Rûs re bibe piştgir, li ser avakirina rêxistinên ji bo mafên mirovan xebitî. Bi sedan leşkerên di şerê Çeçenistanê de dîlgirtî, xelas kirin. 

Meha Nîsanê ya sala 1998’an Starovoytova bû Hevseroka Partiya Rûsyayê ya Demokratîk. Starovoytova ji xeynî siyasetmedariya xwe, aktîvîsteke mafê mirovan bû ku li welatê xwe dihat naskirin. Tev li gelek konferans û forûmên navneteweyî bû û fîgurên siyasî yên navdar ên cîhanê nas kirin. 

Starovoytovayê, tu car behsa navdarî û serkeftinên xwe nekir, berovajiyê wê bi asta ku gihîşt di nav siyaseta navxweyî de hêj bêhtir hewil da ku bixebite. Di Dûma (Meclis) ya Dewletê de rûdinişt. Dûma binbeşê Parlamentoya Rûsyayê bû, piranî di destê deshilatdariyê de bû. Lewma zehmet bû ku yasayên reformê bi wan bide qebûlkirin. Der û dorên nedixwest welêt demokratîk bibe, hebûn. Starovoytova neçar ma ku bi wan re têbikoşe. 

BIRYARA DÛMAYÊ YA DÎROKÎ YA 4’Ê MIJDARÊ 

Galîna Starovoytova û hevalên xwe ku dixwest Rûsya bibe welatekê azad û demokratîk, rojên pêşîn ên meha Mijdarê ya sala 1998’an serkeftineke mezin bi dest xist. Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mafê penaberiya siyasî werbigire, bi pêşengiya Starovoytova û endamê Partiya Komunîst Yûrî Nîkîforenko, pêşnûmayek hat amadekirin. Ji bo pêşnûma bê qebûlkirin, 4’ê Mijdara 1998’an li Dûmayê deng hatin dayîn.  

Nîkîforenko ku piştî dengdanê li meclîsê axivî, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Kurdan pir têdikoşe û xwest ku li Rûsyayê bê ezimandin û got: “PKK, ji bo pirsgirêk bi rêya aştiyê çareser bibin, amade ye ku tawîz bide û ji bo nîşandayîna mirovbûna xwe divê em ji serokkomar bixwazin ku statuya siyasî ya Ocalan nas bike.“ Piştî axavtina Nîkîforenko pêşnûmeya ji bo dengdayînê hat pêşkêşkirin. Her kes li bendê bû, meraq dihat kirin ku wê biryareke çawa ji Dûmayê derbikeve. 

298 parlamenteran got, “erê“, tu parlamenterek negot, “na“, bi tenê parlamenterek, negot, “erê“ û negot, “na“. Bi qebûlbûna pêşnûmayê hema bibêje ji aliyê hemû parlamenteran ve, Dûmayê, wiha bang li Serokkomar Borîs Yeltsîn kir: “Li gor rêgezên bi giştî yên hiqûqa navneteweyî û pratîka navneteweyî, mirov mafê penaberiya siyasî dide wan kesan ku polîs dide ser şopa wan ya jî dibe ku bi fîzîkî bên îmhakirin. Em Dûmaya dewletê, bi girêdayîbûna fikira parastina demokrasî, mirovperwerî û mafên mirovan, dixwazin ku mafê penaberiya siyasî ji bo Abdullah Ocalan li Federasyona Rûsyayê bê dayîn.“ 

‘EZ DIXWAZIM QEDERA XWE BI HEVPEYMANÊN XWE RE BIKIM YEK’ 

Piştî vê biryarê ku behsa sûcên dewleta Tirk ên di şerê qirêj ê li Kurdistanê de jî hat kirin, dewleta Tirk bi tundî bertek nîşanê Rûsyayê da. Ew roja ku rageşî di navbeyna Enqere-Moskovayê de gur bû, Dûmaya Rûsyayê bi biryarê nema û nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 30’ê Cotmeha sala 1998’an ev gotin tê de bûn, ji raya giştî re eşkere kir: 

“Min her dixwest ku serdanê li Moskovayê bikim û niha dixwazim. Par, ji bo ku bêm Rûsyayê, we gelek amadehî kir. Lê ji ber bûyerên li herêmê qewimîn, divê ku min têkildarê cihê lê me demildest biryarek bidaya. Di vê rewşê de dixwazim qedera xwe bi ya hevpeymanên xwe re bikim yek. Daxwaza min ji Federasyona Rûsyayê ew e ku mafê penaberiya siyasî bide min. Bi ya min, bi qebûlkirina vê, wê tevkarî li gihîştina armancên stratejîk ên li ber gelên me, bibe.“ 

Hêzên komploger, di tengasiyê de bûn. Erka ku Rûsya li gor hêzên komploger tevbigere dan Serokwezîr Yevgenî Prîmakov. Prîmakov, rabû, bazariyên qirêjî bi rejîma Enqereyê re kirin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bêgaviyê, 12’ê Mijdara sala 1998’an terka Rûsyayê kir û çû Romayê ku paytexta Îtalyayê ye. Lê ji ber zextên hêzên kûreyî yên li ser rêveberiya Romayê ku serkêşiya wê DYE’yê dikir, Rûsya, her, vebijêrkek bû li ser maseyê bû. Ji wê boneyê jî Starovoytova û hevalên xwe, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah li Rûsyayê bê ezimandin, ta bi 12’ê Mijdarê jî li hewildanên xwe dewam kir. 

KUJERÊN KIRÊKIRÎ YÊN MAFYAYÊ EW KUŞT 

Piştî biryara Dûmayê bi 14 rojan; 20’ê Mijdara sala 1998’an, li Sankt Petersbûrgê gule li Starovoytova û alîkara wê Rûslan Lînkovê hatin reşandin. Du kujerên li ber mala Starovoytova kemîn danîbûne, siyasetmedara Rûs û alîkara wê dane ber guleyan. Starovoytovayê di cih de jiyana xwe ji dest daye, alîkara wê Lînkov jî bi xedarî birîndar bûye. 

Piştî sûîkastê polîs ku dest bi lêpirsînê kir, tespît kir ku endamên mafyayê Vîtaly Akînshîn û Oleg Fedosov ku li herêma Tambovê bi bandor e, sûîkast kiriye. Li gor hin nûçeyên wê serdemê di medyaya Rûs de derketin, Starovoytova ji ber daxuyaniya sansasyonel a li Dûmayê ku têkildarê fêlbaziyê ku ji bo taybetkirina şirketeke parastinê daye, hatiye qetilkirin. 

Lê tevî ewqas senaryoyan, ji hemû nîşaneyan xuya bû ku pêçiya hêzên kûr ên dewleta Rûsyayê û hêzên kûreyî tê de ye. Yûrî Kolchîn ku 20 sal ceza lê hat birîn, jixwe endamekê îstixbarata leşkerî GRÛ ya Rûsyayê bû. Gava dayîna ber pirsan, Kolchîn wek organîzatorê sûc, navê alîkarê Dûmaya Dewletê Mîkhaîl Glûshenko ku têkiliya xwe rasterast bi koma sûc a organîze ya Tambovê re heye, dide. 

‘BERDÊLA ŞERÊ DEMOKRASIYÊ, BI CANÊ XWE DA’ 

Di lêpirsîna pêşîn de ku li Mîkhaîl Glûshenko hat kirin, têkiliya wî bi qetilkirina Galîna Starovoytovayê baş nehat peyitandin. Endamê Dûmayê yê berê Glûshenko ku ji ber sûcekê din ket girtîgehê, da xuyakirin ew amade ye hevkariyê bike û li xwe mikur hat ku pêçiya wî di qetilkirina Starovoytovayê de heye. Koma lêpirsînê, bi agahiyên ji parlamenterê berê girtin, da ser şopa gumanbarekê din. 

Lêpirsîn û darizandina Serokê çeteya Tambovê Wladîmîr Kûmarîn ku bi organîzekirina kuştina Galîna Starovoytovayê dihat sûcdarkirin, encax sala 2015’an bi encam bû. Ji kuştina Starovoytovayê 17 sal ceza li Kûmarîn hat birîn. Bi vî awayî dosyeyê kuştinê hat girtin, sedemên esil ên kuştina Starovoytovayê û têkiliyên kûr ên çeteyê, li gel 24 sal di ser re derbas bûne, hêj jî derneketine holê. Wezîrê Karê Derve yê berê Yegor Gyadar ku got: ‘’Galîna, berdêla şerê xwe yê ji bo demokratîkbûyîna Rûsyayê, bi canê xwe da’’ ya rast sedema ku Starovoytova hatiye armanckirin, wek nîşeyekê li dîrokê nivîsî. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayê wê, tevî ku tim di bîra mirov de bûn, mirov ji wan diket şikê ku wan kiriye, piştperdeya kuştinê nehat eşkerekirin. Lê sernavê ‘’Dosta Apo hat înfazkirin’’ ê hejmara 22’yê Mijdara sala 1998’an a rojnameya Mîlliyetê, wek delîlekê berbiçav derket holê ku pêçiya dewleta Tirk di nav de ye.  

KUŞTINA LI TEHRANÊ BI TEMAMÎ NEHAT EŞKEREKIRIN 

Berovajiyê kuştina li St. Petersbûrgê, di kuştina li Tehrana paytexta Îranê de, hinek nîşaneyên aîdê Tirkiyeyê bi eşkerehî derketin holê. Wezîrê Xebatê yê Îranê yê berê Daryûş Foroûhar û hevsera xwe Pervaneh ku 21’ê Mijdara sala 1998’an di mala xwe de bi hovîtî hatin qetilkirin, dîsa medyaya Tirk a hingê, bi sernavê ‘’Tirsandina çavên Îtalyayê’’ kuştina wan ragihand. 

Di nûçeyekê de ku 9’ê Nîsana sala 2009’an di rojnameya Tarafê de hat weşandin, hat nivîsîn ku MÎT’ê ew kuştine. Li gor vê nûçeyê, piştî çûyîna Tehranê ya peywirdarekê MÎT’ê ku di nameyekê de ku di mala bersûcê Ergenekonê Mûstafa Ozbek de hatiye dîtin, wek ‘’Serok’’ tê binavkirin, Foroûhar hatiye kuştin. Di nûçeyekê de ku servîsa bi Farisî ya BBC’yê weşand jî, hat diyarkirin ku hêzên dewleta Tirk Foroûhar kuştiye. 

Yekîneyên dewleta Îranê, piştî kuştina Foroûhar, ji bo nîşandanê gelek kes destgîr kirin, alîkarê serokê îstixbarata Îranê yê berê Said Emamî bi awayekê gumanbar di girtîgehê de mir. Parastoû Foroûhar a keça Foroûhar jî ku li Elmanyayê dijî, di roportajekê de ku sala 2021’ê bi ANF’ê kir, cara yekemîn şopên aîdê dewleta Tirk û agahiyên têkildarê dostaniya bavê xwe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji raya giştî re bi van gotinan eşkere kirin: 

‘’Gava bavê min bihîst ku gihîştiye Romayê, dixwest ku ji bo Abdullah Ocalan tiştinan bike. Îtalyayê, ew destgîr kiribû û dihat gotin ku wê teslîmê Tirkiyeyê bê kirin. Ji wê boneyê jî daxuyaniyek da çapemeniyê. Ji bo organîzekirina xwepêşandanên ji bo Abdullah Ocalan teslîmê Tirkiyeyê neyê kirin, hevdîtin bi dostên xwe yên Kurd re kirin ku li Tehranê û bajarên din bûn. Piştî qetilkirina bavê min, min ku lê kola, ez hîn bûm ku hefteyek beriya ku bavê min bê kuştin, bi telefonê bi Abdullah Ocalan re axiviye. Ev axavtin jî bi rêya tercumanekê Kurdê Îranê kiriye. 

Piştî kuştina bavê min, îstixbarata Tirk û xebatkarên wê yên taybet, di nav îstixbaratê de ketin nav karê perwerdekirina ‘’komandoyên mirinê’’. Her wiha, li gor îdiayan; hin kesên pêçiya wan di kuştina bavê min de heye, ji bo neyên darizandin, bi alîkariya îstixbarata Tirk, birine Tirkiyeyê. Lê ev hemû eşkere nebûn, çimkî pêvajoya darizandina kujeran nîvco hat kirin, gelek rûpel ji dosyeya lêpirsînê hatin derxistin. Dibe ku agahiyên têkildarê hevkariya kujeran bi îstixbarata Tirk re di wan rûpelan de bin. Çimkî di rûpelekî de ku bi destê min ket, nivîsîbû ku hin sûcdarên pêçiya di wan kuştina bavê min de heye, rehet bikin û neyên darizandin, birine Tirkiyeyê.’’