Ji 25’ê Adara 2021’an de û pê de tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji ber vê yekê di raya giştî de jî fikar zêde dibin. Di nava du hefteyên dawî de Serokomarê Tirk ê AKP’yî Erdogan ev du car in der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyanî dide. Erdogan ewilî di 12’ê Çile de di komcivîna partiya xwe de axivîbû û gotibû, "Wê yê li Edîrneyê hesab bide yê li Îmraliyê." Piştî vê daxuyaniyê Erdogan berî çend rojan di bernameyek televîzyonê de der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivîbû û gotibû, "Divê mirov wî ji Ocalan bipirse. Ocalan, ji ber van peyamên Demîrtaş ên di girtîgehê de dide, nerihet e."
'BILA TU KES LI SER NAVÊ MIN NEAXIVE'
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina 26’ê Hezîrana 2014’an de jî li gel Şandeya Îmraliyê wiha gotibû: "Ez hişyariyê didim ku kes li ser navê min neaxive. Em her tiştî bi nivîskî bikin. Heta heke ku dewlet îmze neke, hewce bike ez ê îmze bikim. Bila diyar bibe ez çi li vir dibêjim. Ev pêdiviyek neçarî ye. Berevajî vê wê bibe mîna sobeberiya hewiza bêav. Li ser navê min bi milyonan derew tên kirin. Em pêşî li van hemûyan bigirin. Em ê neyên lîstika tu kesî. Ne hedê tu kesî ye me bikar bîne. Divê her kes cidî be. Em ji sindoqa sed qad tevgerek cidîtirin. Divê dewlet bi awayekî cidî tevbigere û di karûbarên xwe de cidî be."
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê û biraziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Ocalan têkildarî polîtîkaya tecrîdê, redkirina serlêdanan û niqaşên Serokomarê Tirk ê AKP’î Erodgan ji ANF’ê re axivî.
'TECRÎD HER DIÇE GIRANTIR DIBE'
Omer Ocalan destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê ji sala 1999’an heya niha her diçe girantir dibe û wiha axivî: "Herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de Birêz Ocalan ligel birayê xwe Mehmet Ocalan bi telefonê axivîbû lê belê telefon hatibû qûtkirin. 10 meh in tu agahiyên me ji Birêz Ocalan nayên girtin. Dîsa parêzeran jî herî dawî di Tîrmeha 2019’an hevdîtin pêk anî bû, ev zêdetirî du sal in jî parêzer nikarin hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bikin. Tecrîdek kûr û giran li ser Birêz Ocalan tê meşandin, lê Serokomarê AKP’î Erdogan her roj li ser navê Birêz Ocalan dipeyîve. Ev demek her kes li ser Birêz Ocalan nîqaşan dimeşînin û bê Birêz Ocalan. Dema ku weke malbet û parêzer em serlêdana hevdîtinê dikin, ne bersivek erênî ne jî neyî heye. Tecrîd bi hemû giraniya xwe berdewam dike. Weke wekîl li meclîsê heftiyê du caran em serî li Wezîrê Dadê jî didin û li wir jî tu bersiv nayê dayîn. Ji bo ku em bikarin hevdîtinê bikin em mûxataban nabînin.“
'RAYEDAR JI BO DESTHILATDARIYA XWE SERÎ LI HER RÊBAZÊ DIDE'
Ocalan anî ziman ku ligel tu hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tuneye jî bi rojan e li ser navê wî ji aliyê Serokomarê AKP’yî Erdogan ve nîqaş têne kirin û wiha pê de çû: "Erdogan li gorî xwe li ser navê Birêz Ocalan dipeyîve. Erdogan bi vê yekê dixwaze di nava Kurdan de nîqaşekê bide destpêkirin. Ev tiştek bê wateye û tu wateya wê tuneye. Gelê Kurd bi Birêz Ocalan bawer dike û bi wî ve girêdayî ye. Gelê Kurd dixwaze Birêz Ocalan bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike û nêrînên xwe ji raya giştî re parve bike. Lê belê rayedarên hikûmetê ji bo desthilatdariya xwe dikarin serî li her rêbazekê bide. Niha jî ji xwe re spekulasyonanin. Rast e, rojev Birêz Ocalan e. Rojev şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Ji bo ku ev tecrîda kûr were şikandin divê em bixebitin û siyasetmedar bikevin dewrê. Ji bo ku Birêz Ocalan bikare fikir û ramanên xwe bi gelê xwe re parve bike. Lê Erdogan hem tecrîdê dimeşîne, hem jî di aliyekê de li ser navê Birêz Ocalan dipeyîve."
'BIRÊZ OCALAN HIŞYARIYA VÊ YEKÊ DAYE'
Omer Ocalan bibîrxist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina 26’ê Hezîrana 2014’an de jî li gel Şandeya Îmraliyê wiha gotibû: “Ez hişyariya ku kes li ser navê min neaxive didim." Bi domdarî Omer Ocalan ev tişt got: "Birêz Ocalan timî hişiyariya vê yekê da ye. Dibêje bila tu kes li ser navê min neaxive û nerastiyan nebêje. Birêz Ocalan dibêje ger ku ez biaxivim û bi nivîskî jî be divê teqez dibin wê de îmzeya min hebe. Lê belê niha li ser navê Birêz Ocalan nîqaşek tê meşandin. Bila her kes hedê xwe bizane û tu kes li ser navê Birêz Ocalan neaxive. Dixwazin tevliheviyê çêkin. Li ser Kurdan şerê derûnî birêve dibin. Lê wê ev negihije armanca xwe. Tu kes Erdogan esas nagre.
Ji vê nîqaşê zêdetir dîzaynkirina Rojhilata Navîn li ber çavan e. Di sedsala 21’an de wê rewşa Kurdan û Rojhilata Navîn ava bibe. Tevlîheviyek heye li Rojhilata Navîn û rewşa Tirkiyeyê jî di holê de ye. Ji bo vê yekê Erdogan ji bo di desthilatdariyê de bimîne dikare her tiştî bike. Dikare nîqaşên pûç û vala bimeşîne. Muxalefta a niha ji bo were li ser desthilatdariyê dikare her kesî bikarbîne û bixapîne. Li aliyekê jî Kiliçdaroglu diaxive û dibêje, 'Eger demokrasî were vî welatî, rêya demokrasiyê ji Amedê dest pê dike'. Pirsgirêka van nîqaşan tuneye, pirsgirêk li kû derê de heye? Pirsgirêk tecrîda kûr e û li ser navê Birêz Ocalan axaftin e. Ev li dijî exlaqiye. Ji bo vê yekê em dibêjin bila Birêz Ocalan biaxive. Bila tevgera wî biaxive."
'EM MÛXATAB NABÎNIN'
Bi domdarî Omer Ocalan diyar kir ku bi sedan caran malbatê û parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kiriye û timî serlêdan bê bersiv hatine hiştin. Omer Ocalan got ku weke wekîl ew jî heftiyê du caran serî Wezîrê Dadê de û got: "Di mijara daxwaza hevdîtina bi Birêz Ocalan re tu mûxatab tuneye û hemû serlêdanên me di hewa de dimîn e."
'JI BO AŞTIYA MAYÎNDE DIVÊ TECRÎD JI HOLÊ RABE'
Omer Ocalan destnîşan kir ku li greva Îmraliyê li dijî zilmê têkoşînek bêhempa heye û ev tişt li ser axaftinên xwe zê de kir: "Birêz Ocalan li ser pergala desthilatdar têkoşînekê dimeşîn e. Hinek difikirin ku dibêjin li Îmraliyê hinek hevdîtin hene, girtîgeha Îmaraliyê dibin kontrola dewletê de ye û tecrîdek kûr heye. 10 meh in tu agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Weke malbat û gelê Kurd em ji vê yekê bi fikarin. Ji ber ku Birêz Ocalan di fikir û ramanên xwe de îsrar dike, tawîzê nade dewletê tecrîdê kûr dikin. Ji bo gelên Rojhilata Navîn bi taybetî Kurd û Tirkan, ji bo siyaseta demokratîk û ji bo ev pirsgirêka bi salan e her ku diçe mezin dibe, li ber xwe dide û têkoşînek bê hempa dide. Ji ber vê yekê tecrîd giran dibe.
Di encama têkoşîna zindanan di sala 2018-2019’an de çend hevdîtin pêk hatin. Di vê demê parêzerên Birêz Ocalan piştî tecrîdek kûr û dirêj karin 5 caran serdana Îmraliyê bikin. Her wiha malbatê du caran karî hevdîtinê bike. Ji ber ku ev hevdîtin bi kêrî dewletê nehatin dîsan tecrîd kûr kirin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe û hevdîtin pêk werin di zîndanan de berdelên giran hatin dayîn, hevalan canbexaşene kirin û şehîd bûn. Vê berxwedana zîndanan hişt ku dewlet paş de gavê biavêje û hevdîtin çê be. Ji bo ku tecrîd were şikandin têkoşînek bê hempa lazime. Ji bo deriyê aştiya mayîn de û bi rûmet vebe divê tecrîd were şikandin. Ji bo ku tecrîd ji holê rabe jî divê em her gavê bixebitin. Ev berpirsyarî dikeve li ser milê me hemûyan.“
'HETA KU DERIYÊN ÎMRALIYÊ VENEBE, HER TIŞT SPEKULASYON E'
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demeke dirêj e tecrîdkirî ye û got: "Tecrîd nîşaneya nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd e. Desthilatdariyê piştî sala 2015'an ku bi MHP'ê re tifaq pêk anî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd danî aliyekî. Bi şer, înkar û polîtîkaya asîmîlasyonê xwest pirsgirêkê çareser bike. Tecrîd hatiye kûrkirin. Demeke dirêj e li gel hemû bangan jî destûr nayê dayin ku hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin. Desthilatdarî bi sorkirina neteweperestiyê hewl dide bi tecrîdê li ser piyan bimîne. Bi daxuyaniyên têkildarî Birêz Ocalan li raya giştî têne kirin, dixwazin manîpulasyonê bikin. Ger gotineke Birêz Ocalan heye, wê demê divê pêşî lê bê vekirin ku bikaribe biaxive. Ji ber ku em zanin ku desthilatdariyê tecrîd kirine amûrek ji şerê psîkolojîk. Desthilatdarî ji bo kûrkirina siyaseta xwe hewl dide tevlîheviyê di nava gel de çêbike. Di vê demê de divê em dengê xwe bilind bikin. Tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan e, li ser tevahiya civakê ye. Heta ku deriyê Îmraliyê venebe, her tişt spekulasyon e."