Sonmez: Ez dixwazim cenazeyên xizmên min ji bin kavilan werin derxistin!

Nîhat Sonmez ê ku bira û biraziyê wî ji ber erdhejê di bin kavilan de maye got “13 roj in ez hewl didim cenazeyê wan derxînim.”

Arîf Samî Rende yê ku xwediyê şîrketa avahiyan a Rendeyê de, di sala 2016’an de ji ber ku stûnê avahiyê jêkiribû, doz lê hatibû vekirin lê piştre derbarê dozê biryara neşopandinê hatibû dayîn.

Derket holê ku du avahiyên ku wî çêkiribûn û weke rezîdansên luks difirot gel jî di erdheja dawîn de hilweşiyaye û sê katê avahiyê ketiye binê erdê. Nîhat Sonmez ê ku birayê wî Semîr û biraziyê wî Ege di bin kavilên erdhejê de maye, 13 hewl dide ku cenazeyê wan derxîne. Ji ber xetereya hilweşandinê tîmên rizgarkirinê naxwazin li ser vê avahiyê xebatê bikin.

Sonmez, da zanîn ku avahiya Rende Înşaat a ku di erdhejê de 3 katan ketiye binê erdê, du sal berê hatibû çêkirin û wiha got: “Birayê min li wir dergevan bû. Ev avahiya apartmanê ya 9 kat, di erdhejê de sê katên ewil ên avahiyê hilweşiyane û bûye katekl. Birayê min û biraziyê min di nav kavilên wan katên hilweşiyayî de mane."

Sonmez ku 13 roj in li benda derxistina cenazeyan e, diyar kir ku dildarên AFAD û ÎHH'ê ji ber ku avahî di bin xeteriya hilweşînê de ye hewl didin pêşî li tîmên din ên lêgerîn û xilaskirinê bigirin. Sonmez, diyar kir ku ekîba dilxwaz a ji Eregliya Konyayê cenazeyê biraziya wî Hena ya 8 salî ji bin kavilan derxist û got “Heke xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berê dest pê kiribûya, îro biraziya min wê sax bûya. Dema ji bin kavilan derxist hê bêhn ji cenazeya wê nedihat.

Sonmez diyar kir kepçe nehatine û tîmên rizgarkirinê ji ber xetereyê naxwazin bixebitin û got “Tekane daxwaza min ev e ku ez cenazeyê bira û biraziyê xwe werbigirim. Bû 13 roj, hê me cenaze bi dest nexistine. Cenazeyê me xuya dike lê kes nayê dernaxe.”