SOHR: Li bejahiya Şamê û Suveydeyê di nava 2 rojan de 73 kes hatin kuştin

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di pevçûnên dijwar a ku 2 roj in li Sûriyeyê dewam dikin de 73 kes ku di nav de piranî şervanên Durzî hene, hatin kuştin.

SOHR’ê, ragihand ku di pevçûnên di navbera hêzên ewlekariyê yên hikûmeta demkî ya roja Sêşem û Çarşemê de yên li nêzî Caramana ya Şamê û herêma Sahnaya de rû dane, 30 endamên hêzên ewlekariyê û 15 şervanên Durzî û sivîlek jiyana xwe jidest dane.

SOHR’ê, diyar kir ku roja Çarşemê 27 şervanên din ên Durzî li vilayeta Suveydeyê hatine kuştin.