Siyasetmedar çûn serdana Tûglûk a ku hatibû berdan
Siyasetmedarên Kurd çûn serdana Aysel Tûglûk a ku hatibû berdan.
Siyasetmedarên Kurd çûn serdana Aysel Tûglûk a ku hatibû berdan.
Siyasetmedar Aysel Tûglûk ku li Girtîgeha Kandira ya Hejmara 1 a Tîpa F'yê nexweşîna demansê lê peyda bûbû, piştî Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" da wê, pêr ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Kocaeliyê ve hat berdan.
Tûglûk niha li Stenbolê tedawî dibe. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Sirri Sureyya Onder û siyasetmedar Ahmet Turk û Sirri Sakik çûn serdanê wê.