Sîxurê MÎT’ê Sayan li xwe mikur hat

Sîxurê MÎT’ê Mehmet Fatîh Sayan ku ji bo suîqastê li siyasetmedarên Kurd bike şandibûn Elmanyayê, got, wî ji du endamên MÎT’ê yên bi navê ‘Kemal’ û ‘Ahmet’ ferman distand.

Sayan got peywireke wî ya dawî ew bû, bike ku komeke Kurd êrîş bibe ser Cem Ozdemîr.

Mijdara par derketibû holê ku MÎT’ê di serî de li Hevserokê Giştî yê Kongra-Gel Remzî Kartal, plansaziya suîqasta li siyasetmedarên Kurd hazir kiribû. Bi vê planê re têkildar, 15’ê Kanûna 2016’an li Hambûrgê sîxurê MÎT’ê Mehmet Fatîh Sayan ji hêla polîsê Elman ve hatibû binçavkirin.

Danîşîna pêşî ya Sayan 7’ê Îlonê li Dadgeha Bilind a Eyaleta Hambûrgê wê pêk were. Tê payin ku heta nîvê Cotmehê doz bidome. Ji bo Sayan 5 sal ceza tê xwestin. Di îdîanameya derbarê Sayan de ku ji hêla serdozgeriya Federal ve hatiye amadekirin, tê gotin Sayan ê 32 salî, ji 2013’an ve ji îstîhbarata Tirk re dixebitî û di ber vê de 30 hezar Euro pere standiye.

Sayan di îfadeyên xwe de ku dabû dadgerê lêpirsînê û polîsên Elman, agahiyên girîng dan. Li gorî nûçeya di kovara Der Spîegelê de, di serî de Yenî Ozgur Polîtîka, piştî nûçeyên ku di çapemeniya Kurd de weşiyan, 12’ê Kanûna 2016’an çûye Hambûrgê, Daîreya Koça Federal û Penaberan û serlêdana îltîcayê kiriye.

MÎT’Ê MEAŞ DAYE SAYAN!

Sayan li vir di îfadeya xwe ya pêşî de gotiye ew ji MÎT’ê re dixebite û piştî vê tê binçavkirin. Gotiye, beriya vê dîrokê ango 5’ê Kanûna 2016’an bi rêya hewayî ji Stenbolê hatiye Dusseldorfê. Sayan bi berfirehî got bê ka ew bi endamên MÎT’ê yên Enqerê re çawa dixebite û got ew tim bi endamên MÎT’ê yên bi navê ‘Kemal’ û ‘Ehmed’ re tim di têkiliyê de bûye.

Sayan gotiye ew bi e-postoyeke ku xwedêgiravî bi navê mixaletiyê wî bû bi endamên MÎT’ê re di têkiliyê de bûye û got, ‘’dema ku li ber destê min agahiyên girîng hebûn, min ji endamên MÎT’ê re digot ez ê çîkolateyê ji we re bînim.’’ Di dosyaya dozê ya derbarê Sayan de bi domdarî ev Sayan ev agahî dane:

 ‘Her meh 1500 Euro pere didane min, min meaşê xwe bi dest li Enqerê distand. Heta niha 30 hezar Euro dane min. Dema ku diçûme Enqerê, diçûm kafeyekê ku mirovên elît dihatin wir, li wir min hesab nedida û rûdiniştim. Jixwe garson jî ez nas dikirim.

Di hevdîtinekê de MÎT’ê gote min, ‘’Biçe li Elmanya du ciwanên Kurd rêxistinî bike û bila ev jî di bernameyekê de li parlamenterê Keskan Cem Ozdemîr bixin’ bi vî rengî ferman dan ku li ser navê Kurdan li Ozdemîr bixim.’’

SIBATA 2017’AN ÎFADEYA XWE GUHART

Sayan berevajî îfadeya xwe ya Kanûna 2016’an ku dayî dadgeriya lêpirsînê, Sibata 2017’an tiştên cuda ji tîma Teşkîleta Emniyetê ya Federal re got.  Sayan di îfadeyê de got, ‘Guleniyan ez peywirdar kirim. Gotin biçe bikeve nav Kurdan û agahiyan bide hev.’’

Sayan ku gotî ew bi hevala xwe ya jin re li Enqerê li otêleke luks bûye, di pasaportê de xuya dike ku wê rojê li ser pasaporta wî mohra ketin û derketina ji Romanya, Polanya û Ukraynayê heye.

Her wiha di dosyaya lêpirsînê de heye ku Sayan zor li hevala xwe ya jin kiriye ku sîxuriyê bike û jê re gotiye, ‘’heke tu bikeve nav tevgera jinê de, ji me re bixebitî mehê 5 hezar Euro tê bistînî.’’ Lê tê gotin hevala wî ya jin ev daxwaza qebûl nekiriye.

Niha li Elmanya derbarê 20 Tirkan bi îdîaya ku sîxurê MÎT’ê ne lêpirsîn heye. Lê yekî ji wan li sûcê xwe mikur nehatiye. Ji bo vê jî yekîneyên darazê yên Elman girîngiyeke mezin didine doza Sayan.