Sivîlên Kobanê: Ne em, bila DAIŞ bitirse

Sivîlên Kobanê: Ne em, bila DAIŞ bitirse

Berevajî daxuyaniyên 'Li Kobanê sivîl nîne' li navenda bajarê Kobanê nêzî 2 hezar 500, li ber sînorê Tirkiyeyê yê kîlometreyekê dûrî navenda Kobanê jî nêzî 3 hezar sivîl hene, ku di nav de jin û pitikên nû çêbûn, hene.

Sivîlên li navenda bajarê Kobanê hewl didin li stargehan xwe biparêzin, tevî hemû êrîşan jî destnîşan dikin ku ew ji DAIŞ'ê natirsin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe ew ê li warê xwe bimînin.

Li mal û stargehên sivîlan ên li Kobanê, em bi welatiyên bajêr re re diaxivin. Li navenda bajêr, jin zarok, pitik û mirovên temendirêj jî di nav de nêzî 2 hezar 500 kes dijîn.

Abdûrahman Mehmûd ê bi malbata xwe ya ji 7 ferdî li Kobanê dijî, dibêje ew bi YPG û YPJ'ê piştrast in û ew ê bajêr neterikînin. Mehmûd da zanîn ku berevajî daxuyaniyên 'Li Kobanê sivîl tine ye' mîna wan bi sedan malbat hînê li navenda bajêr dijîn û warên xwe neterikandin û pirsa " Jin û zarokên li vir çi ne hingî? Gelo ew ji ezmanan hatine?" dike.

Mehmûd da xuyakirin ku ew dixwazin mîna mirovan bijîn û got, "Em li mala xwe, li ser xaka xwe dijîn, lê rastî êrîşan tên. Me êrîşî kesî nekir, me çav berneda malê kesî. Tevahiya cîhan jî dizane ku yê bi vê hovîtiya li derveyî mirovahiyê re rû bi rû ye, em in. Lê em ê li ber xwe bidin û em ê ji vir neçin."

Em bi zarokên malbatê Ebdûllah ê 14 salî, Nadya ya 11 salî û Zehra ya 9 salî re diaxivin. Zarok dibêjin ew êdî hînî dengê bombeyan bûne. Ebdûllah diyar kir ku av û elektrîka wan nîne, lê tevî vê jî bi malbata xwe re vir naterikîne û got, "Em li vir in û em ê neçin."

Nadya anî ziman ku ji ber şer ew nikare biçe dibistanê, wê bêriya dibistana xwe kiriye û destnîşan kir ku ew kêfxweş e bi malbata xwe û hevalên xwe re li Kobanê dijî. Zehra a 9 salî anî ziman ku berê ew ji dengê bombeyan ditirsiya, lê nema ditirse. Lê dibêje fikara wê ya herî mezin ew e ku bombeyên tên avêtin, li mala wan bikeve.

'NE EM, BILA DAIŞ JI ME BITIRSE'

Dayika du zarokan Narîn Mûhammed a 23 salî, ku li hewşa mala xwe nanê sêlê lê dixe ji me re dibêje, ew ê Kobanê neterikîne, ji jiyana li vir natirse û dibêje, "Ne em, bila DAIŞ ji me bitirse."

'EMRÊ MIROV LI KU TEMAM BÛBE LI WIR DIMIRE'

Narîn anî ziman ku wê bihîstiye welatiyên Kobanê terikandine di nava şert û mercên zehmet ên penaberiyê de dijîn û got, "Ez bawerim ku ew ê jî bi demê re vegerin. Emrê mirovan li ku temam bûbe, wê li wir bimire. Eger emrê me li vir temam bûbe, em ê li vir bimirin. Çiqasî hûn ji dijmin birevin jî: Eger Xwedê biryar dabe, hûn li ku be jî Azraîl wê bê we bibîne." Narîn destnîşan kir ku hem ew hem jî zarokên wê hîn bûne ku di nav şer de bijîn.

'XWÎNA ME JI XWÎNA YÊN MIRINE NE ÇÊTIR E'

Dema em li kolanên taxa Mişît a Kobanê digerin em li Naîle Ehmed a 61 salî rast tên. Dibêje ku ew bi zarokên xwe, bi du bûkên xwe û 3 neviyên xwe re li Kobanê dimînin. Ehmed diyar kir ku ew ji DAIŞ'ê natirsin û heta mirinê ew ê li vir bin û got, "Xwîna me ji xwîna yên li vir şer kirin û mirin çêtir nîne.

Dibêjin li vir sivîl tineye, bila werin bibînin wê demê. Bebekên li vir, zarokên pênc şeş salî, gelo çek hilgirtine? Hûn dibînin. Jinên ducanî, jinên nû zarok anîne dinyayê hene. Ji yên dibêjin li Kobanê sivîl tineye re agahiyên rast nayê dayîn. Em ê ji Kobanê dernekevin. Li malê hevserê min nikare rabe. Hin mirovan xwestin ji vir biçin, lê me gotin em bimirin jî em ê xaka xwe neterikînin. Bi tenê li vê taxê, bi me re bi sedan kes hene. Em ji yên mirine çêtir nînin. Neviyekî min ê 7 mehî heye. Neviyên min ên 4 û 7 salî hene."

ZAROK HAWANÊN TÊN AVÊTIN DIJMÊRIN

Alî Saadî Abdullah a ku bi hevser û 11 zarokên xwe re li Kobanê maye diyar kir ku tevî  tank û topên DAIŞ’ê dê ji Kobanê derkevin û wiha got: “Hema hema her roj û her şev taxa me bi çekên giran tên wêrankirin. Êdî zarokên me hejmara hewanên tên avêtin dijmêre.

Alî Saadî Abdullah got ku hûn rewşa me dibînin û sivîlên ku li navçeyê dijîn nîşan dan. Cemîle Mehmûd a ku dayika 4 zarokan e jî da zanîn ku dê Kobanê terk nekin û wiha berdewam kir: “YPG me diparêze û em bi saya wan di nava ewlehiyê de ne. Bi sedan malbat di xaniyên ku derî, dîwar û baceyên wan hilweşiyane  de dijîn. Bi hatin zivistanê re, ji ber sotemenî li navçeyê tune em ê di bin sermayê de bimînin. Divê welatên cîhanê ji bo me alîkariyan bişînin.” Hanim Mehmûd jî da zanîn ku ji ber şer dibistan hatine girtin û hinek dibin herêma ku li xeta sînor hatine avakirin. Mehmûd bi lêv kir ku li Kobanê bi hevalên xwe yên ku mane re tê cem hev û lîstikan dilîzin. Hanim Mehmûd got ku dibistana wê ji ber êrîşa hewayî ya DAIŞ’ê hilweşiyaye.

JI BILÎ BERXWEDANÊ ŞANSÊ ME NÎNE

Osman Ezo yê 55 salî û bavê 8 zarokan da zanîn ku pirsgirêkên av, derman û xwarinê ya kesên li Kobanê dijîn heye û got ku tevî her tiştî dê li Kobanê bimînin û wiha got: “Bila hemû cîhan baş bizane ku tu tiştên paqij tu car qirêj nabin. DAIŞ qirêj e. Em ê wê qirêjiyê nekin Kobanê. Di encama êrîşên DAIŞ’ê de du zarokên me birîndar bûn û niha li Tirkiyeyê tên dermankirin. Em li ber xwe didin. Çavên me ne li namûs, ax û malê ketiye. Lê ger nêrîna hinek a wisa hebe, em ê li dijî vê têbikoşin.

KOBANÊ DAYIKA ME YE

Ezo da zanîn ku hê li Kobanê bi hezaran sivîl hene û tevî her tiştî ev der terk nekirine û li ber xwe didin. Ezo kesê piştî êrîşan Kobanê terk kirine dîsa vegeriyane welatê xwe û hinek jî dixwazin vegerin. Ezo got: “Kobanê dayika me ye. Ma mirov qet dayika xwe terk dikin. “