Sevag Balikçi li ser gora xwe hat bibîranîn

Sevag Balikçi ya ku 11 sal berê li Êlihê bibû qurbanê nîjadperestan û hatibû qetilkirin, li Goristana Ermeniyan a Şîşliyê li ser gora xwe hat bîranîn.

Di 96’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan de Sevag Balikçi ku di 24'ê Nîsana 2011'an de li Êlihê dema leşkeriyê dikir bi cinayeteke nîjadperest hatibû qetilkirin, li Goristana Ermeniyan a Şîşliyê li ser gora xwe hat bîranîn.

Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistin yên demokratîk beşdarî bîranînê bûn. Piştî 11 salan bavê Sevag Garbîs Balikçi di heman rojê de jiyana xwe ji dest dabû.

Di bîranînê de wêneyê Sevag Balikçi hat hildan de dua hatin xwendin û li ser gora wî gul hatin danîn.