Şervanên QSD’ê ber bi Tebqayê ve pêşve diçin

Şervanê QSD’ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de cih digrin, ber bi Tebqayê ve pêşve diçin.

Li gorî agahiyên herêmî, şervanê QSD’ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê ya 3’emîn de cih digrin, gelek gundê nêzê Tebqayê ji çeteyan paqij kirin.

Wezareta Parastinê ya DYA, diyar kir ku wê Koalisyona Navneteweyî ji bo rizgarkirina Tebqayê piştgiriyê bike.

Tê payîn ku QSD di derbarê pêşveçûna ber bi Tebqayê ve daxuyaniyek bide.