Serokê Parlementoya Korsîkayê: Bivênevê muxatab Ocalan e

Serokê Parlementoya Korsîkayê: Bivênevê muxatab Ocalan e

Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş û nunerê BDP’ê yê Ewropayê Eyyup Doru li herêma Korsîka ya Franseyê bi awayeke payebilind hatin pêşwazîkirin. Serokê Parlementoya Korsîkayê Dominique Bucchini li Parlementoya Korsîkayê ji bo heyeta Kurdan resepsiyonek da û bal kişand ku bivênevê muxatabê aşitiyê Ocalan e. Bouquini da zanîn ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên leşkerî û polîsiye çareser nabe, tenêdikare bi naskirina nasnameya siyasî ya gelê Kurd çarser bibe.

Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demîrtaş, Nunerê BDP’ê yê Ewropayê û Nunera YNK’ê Eyyup Doru Fîdan Dogan êvara 23’yê cotmehê çûn serdana Korsîkayê. Heyet li balefirgeha Ajoccioyê ji aliyê Serokê Komeleya Kurdistan-Korskîakayê Dominique Torre ve hate pêşwazîkirin. Di serdana bi înîsiyatîfa Komeleya Kurdistan-Korsîkayê pêk hat de, li Parlementoya Korsîkayê ji bo heyeta Kurdan resepsiyonek hate dayin.

KURDISTAN NE XEYAL E

Serokê Parlementoya Korsîkayê Dominique Bucchini heyeta Kurdan pêşwazî kir. Bucchini li vir axaftinek kir bal kişand ser dîroka pirsgirêka Kurdan û got; “Gelê Kurd mîrasvanek taybet ê dîrokê ne. Kurdistan ne xeyalek e. Kurdistan realîteya erdnîgariya di navbera xaka Anatolya û Persande ye.”

Serokê Parlementoyê diyar kir ku Kurdên ku ziman û çanda xwe diparêzin bi zextên nû re rû bi rû ne û bi bîr xist ku BDP ne cûdakarî, lê xweserî dixwaze, li gel hemû bangên navneteweyi, dîsa jî mafên Kurdan bi înkarê re rû bi rû ne.

Serokê Parlementoya Korsîkayê diyar kir ku divê mafê Kurdan ê perwerde û ziman bi makeqanûnê bênaskirin, operasyonên leşkerî yên li hemberî Kurdan bi dawî bibin, benda hilbijartinê ya ji sedî were daxistin û siyasetmedarên Kurd ên girtî serbest bên berdan..

BIVÊNEVÊ OCALAN MUXATAB E

Serokê parlamentoya Korsîkayê Bucchînî grevên birçîbûnê yên ji 12’ê îlonê heta niha didomin bi bîr xist û wiha got: “Girtiyên di gireva birçîbûnê de ne azadiya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin. Ocalan ji bo hevdîtinên aşitiyê bivênevê muxatabê serekeye. Her wiha li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd bi polîs û leşkeran nayê çareserkirin. Ev yek bi naskirina nasnameya kurd ya siyasî pêk tê.”

Bucchini wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewletên Ewropayê û Yekitiya Ewropayê bê guman ji bo aştî pêk were dê rola xwe bilîzin. Em bi gelê kurd re ku ji bo nasnameya xwe têdikoşe di nava piştevaniyê de ne.” Bucchînî bang li Korsîkayiyan kir û got “ li hemberî pirsgirêka kurd bi hestiyartir tevbigerin.”

Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş jî di axaftina xwe ya ku bi kurdî kir de diyar kir ku îdeolojiya fermî ya Tirkiyeyê bi pir zimanî, pir çandî û pir zimanî re li hev nayên û got: “Kurdan tu carî şer nexwest. Aşitî xwest. Lê dema ew siyasetê dikin, em tên qedexekirin û rastî êrîşan tên. Kurd ji bo asîmîle nebin û hebûna xwe bidomînin têkoşîna azadiyê dan.”

Demîrbaş der barê rewşa gelê kurd yên parçeyên din (Îran, Sûriye û Iraqê) de agahî da û diyar kir ku şêniya kurdan nêzî 70 mîlyoniye û wiha pê de çû: “Tirkiye li dijî qezencên kurdên li Sûriyeyê jî tehdîd e”. Demîrbaş bal kişand ser rewş û daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne.

Demîrbaş diyar kir ku rayedarên tirk li dijî grevê bê dengin û bi bîr xist ku ev salek û 3 mehe bi Ocalan re hevdîtin nayê kirin. Demîrbaş wiha axivî: “Dewleta tirk dixwaze şer bi şîdetir bike û bi taybetî jî tecrîda li ser Ocalan girantir dike. Ger ku kesên di greva birçîbûnê de jiyana xwe wenda bikin şer dê şîdeta wê zê de bibe. Rewşa wan pir krîtîk e. Van kesan jiyana xwe dane ber mirinê. Ez banga ku ev çalakî bi dawî bibin dikim. Ji bo Azadiya Birêz Ocalan û azadiya gelê kurd ez ji we ji bo dozên kurdan piştgiriyê dixwazim.”

JI BO DEMÎRBAŞ Û DORU MADALYA

Piştî axaftinan Şaredarê Sûrê diyariyeke ku ji qedehên qehweyê yên zîv pêk dihatin da serokê Serokê Parlamentoya Korsîkayê. Dema diyarî da Demîrbaş got: “Bi kurdan re gotineke heye: dibêjin fîncaneke qehweyê 40 sal xatirê wê heye. Min du heb anîn. Bila bibe 80 sal.”

Bucchînî jî madalyayên Parlamentoya Korsîkayê da Demîrbaş û Eyyup Doru. Her wiha Bucchînî pirtûkeke ku berxwedana Korsîka vedigot û CDyek a muzîkê da Demîrbaş Bucchînî da zanîn ku Korsîkayî jî weke kurdan her tim stranan dibêjin.

PARTIYA KOMUNÎST: AZADIYA OCALAN HEWCE YE

Piştî qebûlkirina li parlamentoyê şaxa Partiya Komunîst Ajaccîo ya Fransiz heyeta kurd kir mêvan. Li vir bi komeke ku ji 20 kesan pêk dihat xwarin xwarin. Sekreterê Partiya Komunîst Maxîme Nordee axaftinek kir û diyar kirku azadiya Ocalan wekê azadiya hemû girtiyên siyasî yên din hewceye.

Nordee wiha pê de çû: “Em komunîstên Korsîkayê, ji bo di vî alî de pêşve biçin û mantika mîlîtarîst ya hikûmeta tirk bişkînin tevli pêşveçûnan dibin. Şaredarên ji bo mafên xwê yên çandî û siyasî têkoşiyan û hatin girtin, bila bê berdan û em banga piştevaniyê dikin.

Eyyup Doru jî axaftin kir û der barê rewşa kurdan û têkoşîna BDP’ê de agahî da.