Serokatiya Fermandariya Giştî: Emê li derveyî nîqaşan bimînin
Serokatiya Fermandariya Giştî: Emê li derveyî nîqaşan bimînin
Serokatiya Fermandariya Giştî: Emê li derveyî nîqaşan bimînin
Serokatiya Fermandariya Giştî ragehand ku ewê ji dervey nîqaşên di derbarê operasyona nelirêtî û bertîlê de bimînin.
Serokatiya Fermandariya Giştî a Tirk diyar kir ku ewê ji dervey nîqaşên di derbarê operasyona nelirêtî û bertîlê bimînin û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de di derbarê lêpirsîna di rojên dawî a ku di rojeva welat deye hat bi bîr xistin ku di hinek çiqên çapemeniyê de cih hatiye dayîna nivîs û şiroveyên TSK’ê peywendî dikin û wiha hat gotin: “Hêza Çekdar a Tirk bi ti şêweyekî naxwaze dinava niqaşên siyasî de cih bigire. Li pêşketinên ku di vê mijarê de nasnameya sazibûnê a Hêzên Çekdarê yên Tirk û rewşa personelî a hiqûqî
peywendîdar dikin li gorî pîvanên dewleta hiqûqî û rêgezên zagonî ji bo bi encam bûnê wê di nêzde şopandina xwe berdewam bike.”