Seroka Giştî ya Egîtim-Senê çû serdana malbata Şenyaşar
Seroka Giştî ya Egîtîm-Senê Nejla Kûrûl çû serdana malbata Şenyaşar û got “Divê têkoşîna dayîk û kur, bibe têkoşîna me hemûyan.”
Seroka Giştî ya Egîtîm-Senê Nejla Kûrûl çû serdana malbata Şenyaşar û got “Divê têkoşîna dayîk û kur, bibe têkoşîna me hemûyan.”
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên parlamenterê AKP'ê êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê kuştibûn. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji êrişê birîndar xelas bûbû, li dijî zilma li hemberî wan pêk hatiye bi daxwaza edaletê di 9'ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Serdana ji bo nobetê didome. Seroka Giştî ya Egîtîm-Senê Nejla Kûrûl çû serdana malbata Şenyaşar.
Kûrûl li çîroka malbatê guhdarî kir û got “Li avahiya edliyeyê edalet tune. Tirkiye bûye welatê ku bêedaletiyeke mezin lê heye. Li pêşiya dayikê qetlîam hate kirin û bi ser de kurê wê hate girtin. Êrişa li nexweşxaneyê hate kirin, tune tê hesibandin. Xwîn pijiqiya dîwaran, 3 kes hatine kuştin lê qetlîam tune tê hesibandin. Em kedkarên perwerdehî û zanistê jî diyar dikin em bi malbatê re ne. Em ê bi hev re têkoşîna xwe geş bikin.”
Ferît Şenyaşar jî diyar kir ku serdanên ji bo hevgirtin û piştgiriyê hêzê dide malbatê.