BI DÎMEN

Serkeftina Amedsporê li gelek bajaran hate pîrozkirin

Serkeftina Amedsporê ku derket Super Ligê, di serî de li Amedê li bajarên Tirkiye û Bakur bi coş hate pîrozkirin.

Amedspor di hefteya dawî ya Lîga 1'emîn a Trendyolê ya TFF'ê de li deplesmanê bi Igdirsporê re 3-3 ma û derket Super Lîgê. Piştî ku maça Amedsporê qediya di serî de li Amedê û gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gel daketin qadan û dest bi pîrozbahiyan kirin.

AMED

Serkeftina Amedsporê herî zêde Amedî şa kirin. Her derê Amedê veguherî karnavalê. Bi deh hezaran kesên ji 7 salî heta 70 salî, li gelek qadên bajêr pîrozbahî li dar xistin.  Bi deh hezaran kesên ku li Qada Bajêr, Parkorman, Tesîs, Huzurevleri û li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê hatin cem hev, bi marş û bi dengê def û zirneyê demeke dirêj govend gerandin.

 Dema ku endamên Amedsporê bigihîn bajêr, wê li Parka Newrozê şahiyeke mezin were lidarxistin. 

ŞIRNEX

Li navçeya Cizîr a Şirnexê, bi hezaran kesî maç li ser ekrana mezin a ku li Qada Îtfaiyê hatibû danîn, temaşe kir. Di dema maçê de bênavber dirûşmên "Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin" berz kirin û bi dawîbûna maçê re pîrozbahiyan dest pê kir. Kêfxweşiya bi fîşekên hewayî dest pê kir, di demeke kurt de li hemû kolanên bajêr belav bû. Li Kolana Sirri Sureyya Onder û li Dortyolê bi deh hezaran kes ji bo pîrozbahiyê li hev civiyan.

MÊRDÎN

Navnîşana din a pîrozbahiyan Mêrdîn û navçeyên wê bûn. Piştî encama maçê, li hemû cade û kolanan şahî dest pê kirin. Welatî bi wesayîtên xwe derketin konvoyên serkeftinê û ji ber qelebalixiyê li gelek deran trafîk xitimiye. Her wiha gelek kesan jî ji şaneşînên malên xwe bi hildana alayan ve bi coşa serketinê pîroz kirin.

STENBOL

Li Stenbolê jî bi hezaran alîgirên Amedsporê li qada Taksîmê ya Beyoglûyê dest bi pîrozbahiyan kirin. Girseya ku her ku diçe mezin dibe, bi alayên Amedsporê li qadan e û pîrozbahî berdewam dikin.

WAN

Ciwanên Wanê ku li Qada Bajêr a navçeya Rêya Armûşê di ekranên mezin de maç temaşe dikir, piştî xelasbûna maçê dest bi pîrozbahiyan kirin. Ciwanan fîşekên hewayî teqandin û di nava sûkê de bi dirûşman geriyan. Gelek welatiyan jî bi wesayîtên xwe konvoy çêkirin û serkeftina Amedsporê pîroz kirin.

Li gelek deverên bajêr pîrozbahî didomin.

ENQERE 

Li nabçeya Çankaya ya Enqereyê girse daket qadan û bi meşeleyan derketina Amedspor a Super Lîgê pîroz kirin. Girseyê bênavber dirûşmeyên, “Kî ne em Kurd in em”, “Şampiyon Amed” û “Kesk û Sor bijî Amed” berz kirin.

MERSÎN 

Li navçeya Akdenizê ya Mersînê, serkeftina Amedsporê hat pîrozkirin. Bi sedan kes beşdarî pîrozbahiya li Cadeya Yenî Pazarê bûn. Gelek kesan jî bi wesayîtên xwe konvoyên şahiyê çêkirin. Ciwanan bi strana "Dîren ha dîren Diyarbekir" govend gerandin û dirûşmên "Bijî Serok Apo" berz kirin.

ADANA

Li Adanayê jî derketina Amedsporê ya ji bo Super Lîgê bi konvoyên wesayîtan hat pîrozkirin. Ciwanan di dema pîrozbahiyan de fîşekên hewayî teqandin û bi berdewamî dirûşmên "Bijî Serok Apo" berz kirin.

MÛŞ 

Li navenda Mûşê û navçeyên wê, serkeftina Amedsporê bi gerandina govendan hat pîrozkirin. Li navçeyên Kop û Gimgimê welatiyan demeke dirêj govend gerandin. Li Gimgimê konvoyên dirêj ên wesayîtan çêbûn û gel bi domdarî dirûşma "Şampiyon Amedspor" berz kir.

BEDLÎS

Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, bi hezaran kes berê xwe dan kolanan û serkeftina Amedsporê pîroz kirin. Li kolanên herî qelebalix ên bajêr konvoyên dirêj ên wesayîtan çêbûn. Di şahiyan de ku ji 7 salî heta 70 salî her kes beşdar bûbû, dîmenên pirreng û bi coş derketin holê.

RIHA

Li navçeya Sêweregê ya Rihayê pîrozbahiyên Amedsporê hatin lidarxistin. Bi sedan welatî ber bi peykerê Yilmaz Guney yê li navçeyê meşiyan. Di pîrozbahiyên bi coş de dîmenên rengîn derketin holê.

ÊLIH

Li Êlihê pîrozbahiyên bi coş berdewam dikin. Li Cadeya Diyarbekirê konvoyên wesayîtan çêbûn. Bi hezaran alîgir bi yek dengî dirûşmên “Şampiyon Amedspor” berz kirin.

SÊRT

Li Sêrtê pîrozbahî li Qada Demokrasiyê hatin lidarxistin. Bi hezaran kes ber bi Cadeya Guresê ve meşiyan. Di meşê de bi domdarî dirûşmên “Şampiyon Amedspor” û “Bijî berxwedana Amedê” hatin berzkirin.

Girse piştre li ber derketina Cadeya Nexweşxaneyê ya kevin li hev civiyan. Li vir jî fîşekên hewayî hatin teqandin û meşale hatin hilgirtin.

DÊRSİM

Li Dêrsimê, li Qda Seyîd Riza pîrozbahiyeke bi coş hat lidarxistin. Alîgirên Dêrsimsporê jî bi meşaleyên xwe beşdarî pîrozbahiyan bûn. Di pîrozbahiyan de dirûşmên “Her der her dem Amedspor” û “Dersim, Amed yek e” hatin berzkirin.

COLEMÊRG

Li navenda Colemêrgê û navçeya Geverê bi deh hezaran kes beşdarî pîrozbahiyan bûn. Di pîrozbahiyên li navendê de dirûşmên “Bijî berxwedana Amedê” hatin berzkirin. Her wiha bi konvoyên dirêj ên wesayîtan pîrozbahî hatin kirin.

AGIRÎ

Li Agiriyê jî bi hezaran kes li kolan û cddeyan pîrozbahî kirin. Li Qada Dortyolê gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Welatiyan li ber dehol û zirneyê govend gerandin.