Şerê li Helebê didome
Şerê li Helebê didome
Şerê li Helebê didome
Li Helebê şerê di navbera hêzên rejîmê û komên çekdar de didome. Li aliyê din hêzên rejîmê herêmên derdora bajarê Helebê bombebaran dikin. Hate gotin ku di bombebaran û şeran de bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Hate diyarkirin ku Çeteyên DAIŞ’ê jî êrîşî avahiya televizyona ‘Şed El-Huriyê’ ya li taxa Kelasê kiriye û 7 xebatkarên wê revandine, yek jî birîndar kirine.
Balafirên rêjîmê li bajarokê Niqêrîn şevê din piştî ku pevçûn di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar de rû dan, gelek êrîş pêk anîn. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di pevçûnan de çekdarên Hizbullah jî cîh girtine. Hate gotin ku de pevçûnan de hêzên rêjîmê dest danîne ser hin navendên di destê çekdarên opozîsyonê de û kuştiyên herdu aliyan çêbûne.
Hate ragihandin ku bajarokê El-Bab jî ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombebarankirin û di encamê de gelek welatiyên sivîl birîndar bûne, her wiha ziyanên madî derketine.
Li derdora balafirgeha leşkerî Kiwêris duh di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsyonê de pevçûn derketin. Hate gotin ku çekdarên opozîsyonê bi topên hawanê balafirgeh topbaran kirin. Li gorî agahiyên gelek çekdarên opozîsyonê birîndar bûne.
Li bakurê bajarê Helebê jî li bajarokê Mearêt Ertîq di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsyonê de pevçûnên giran derketin. Hate gotin ku di encama pevçûnan de kuştî û birîndarên herdu aliyan çêbûne.
Li bajarokê Darit Izê yê li bakurê Helebê jî, di encama topên hatine avêtin de jinek û zarokekî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Her wiha gelek xanî hilweşiyan.
Li taxa Mesakên Henano ya bajarê Helebê jî helîkopterên rêjîmê bombeyên bermîl bi ser taxê de berdan û di encamê de gelek welatiyên sivîl birîndar bûn.
Taxa Bustan başa jî ya ku di bin destê komên çekdar ên opozîsyonê de ye, ji aliyê hêzên rêjîmê ve piştî nîvê şevê hate topbarankirin. Di encamê de gelek welatî birîndar bûn û gelek avahî hilweşiyan.
Li taxa Saxûr û çerxerêya Cendol şevê din helîkopterên rêjîmê gulebaran kirin di encamê de gelek sivîl birîndar bûn.
Li aliyê din komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) kiryarên dijmirovahî pêk tînin, li taxa Kelasê ya bajêr duh êrîşî buroya kenala telefiziyona ‘Şed El-Huriyê’ kirin û 7 xebatkarên buroyê revandin. Di dema yekî ji wan hewl dida xwe ji destê wan rizgar bike bi guleya çeteyekî hate birîndar kirin. Her wiha çeteyan amûr û alavên buroyê hemû şikandin. Der barê vê bûyerê de heman kenalê daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku ev kiryar tenê kesên bi rêjîmê ve girêdayî pêk tînin.