Şehîdên Enqereyê li Kadikoyê hatin bibîranîn
Koordînasyona Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê di meha duyemîn a Qetlîama Enqereyê de şehîdên aştiyê bi meşeke girseyî ya li Kadikoyê bibîr anî.
Koordînasyona Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê di meha duyemîn a Qetlîama Enqereyê de şehîdên aştiyê bi meşeke girseyî ya li Kadikoyê bibîr anî.
Koordînasyona Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê di meha duyemîn a Qetlîama Enqereyê de şehîdên aştiyê bi meşeke girseyî ya li Kadikoyê bibîr anî. Di merasîmê de peyama wê teqez hesabê Qetlîama Enqereyê bê pirsîn hat dayîn, di merasîmê de Parlamentera HDP’ê Huda Kaya wiha got: “Ey gelê Qesrê! Hûn ê nikaribin bi qetilkirinê me bi dawî bikin.”
Di meha duyemîn a Qetlîama Enqereyê de hêzên demokrasiyê di pêşengiya Koordînasyona Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê hatin cem hev, şehîdên aştiyê bibîr anîn. Di merasîmê de Parlamentera HDP’ê Huda Kaya û gelek nûnerên partiyên siyasî amade bûn. Meş heta avahiya Opera ya Sureyya berdewam kir. Li pêşiya avahiya Opera ya Sureyya ji bo kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dane bi sirûda “Çerxa Şoreşê” rêz hate girtin. Di merasîmê de mafê axaftinê ya yekemîn Huda Kaya wergirt.
‘EY GELÊ QESRÊ! HÛN Ê NIKARIBIN BI QETILKIRINÊ ME BI DAWÎ BIKIN’
Kaya bi gotinên, “Merheba hevrêyên mirovatiyê, aştiyê” ve dest bi axaftina xwe kir, bibîr xist ku 10’ê Cotmehê li gara Enqereyê drama mirovatiyê hatiye jiyîn. Huda Kaya wiha axivî: “ Kesên li hember vê daxwaza aştiyê bi xwînê bersiv dan, nehiştin em li pêşiya Tipa Edlî ya Keçîorenê cenazeyên dostên xwe jî teşhîs bikin.” Kaya got, “Ey gelê Qesrê! Hûn ê nikaribin bi qetilkirinê me bi dawî bikin” û destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê zû an jî dereng neçar e ku li ser maseya çareseriyê rûnê.
Merasîm, yek bi yek gotina navên şehîdên aştiyê yên di Qetlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane bi dawî bû.