Şehîdên Cotmehê li Strasbourg û Viyanayê hatin bîranîn
Şehîdên Cotmehê li Strasbourg û Viyanayê hatin bîranîn
Şehîdên Cotmehê li Strasbourg û Viyanayê hatin bîranîn
Li bajarê Fransa Strasbourgê û paytexta Awusturya Viyanayê şehîdên meha Cotmehê yên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.
STRASBOURG
Çalakî ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan û Tevgera Jinan ve hate lidarxistin û bi rêzgirtina ji bo şervanên YPG û YPJ yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir.
Şehîdên meha Cotmehê yên di nav refên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana ji xwe dest dane, bi çalakiyekê li Strasbourgê hatin bîranîn. Çalakiya bîranînê bi nîşandana sînevîzyonê destpê kir û piştre ji aliyê nûnerên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE) ve axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hate gotin: “Herî zêde di meha Cotmehê de şehadet çêbûne. Di têkoşînên azadiyê yên gelek deverên cîhanê de jiyan şehîd bûne. Em bi rêzdarî hemûyan bi bîr tînin. Em dikarin van bi tiliyan bihejmêrin. Lê mirov tu carî nikare şehîdên jin ên Kurdistanê bi tiliyan bihejmêre. Şehadeta van hevalan ji bo şoreşê bûye biryardarî û şêwaza jiyanê û rê nîşanî vê têkoşînê dane. Weke rêberê vê tevgerê gotiye ‘neteweya jinan tune ye’. Bi şehadeta van jinan têkoşîn bûye têkoşîneke gerdûnî.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Gulnaz Karataş (Bêrîtan) tê wateya xeta Tevgera Azadiya Kurdistanê û got: “Bêrîtan ne tenê bi çalakiya xwe, di heman demê de tu caran tawîz nedaye û bûye xeta vîna ku tu caran teslîmiyetê qebûl nake. Ew mamosteyeke jiyanê bû û bûye sembola azadiya jinan.”
Her wiha hate diyarkirin ku berxwedana destanî ya Kobanê xeta şehîdên doza azadiyê ya mafdar a gelê Kurd e û bang li gelê Kurd ê li Ewropayê hate kirin ku ji bo Kobanê seferber bibin.
Di çalakiya bîranînê de malbat û xizmên şehîdan amade bûn û di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser girîngiya xeta şehîdan.
VIYANA
Şehîdên Cotmehê li paytexta Awusturya Viyanayê jî hatin bibîranîn. Çalakiya bîranînê ya bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, ji aliyê Komeleya Jinên Kurd Avesta ve li Navenda Civaka Demokratîk Kurdan a Viyanayê hate lidarxistin.
Di çalakiya bîranînê de têkildarî Şehîdên Cotmehê, berxwedana Kobanê û Rojava û pêvajoyê axaftin hatin kirin.
Piştî axaftinan sînevîzyonek a ji wêne û bîranînên Arîn Mîrxan û Şehîdên Cotmehê pêk dihat hate nîşandan.
WÊNE: STRASBOURG


