Sedat Can xwînê vedireşe!

Sedat Can xwînê vedireşe!

Girtiyê Girtîgeha Tipa L ya Kalkandere ya Rîzeyê Hasan Kaçar ku 10 salin girtî ye, bi riya telefonê li malbata xwe geriya û diyar kir ku, Sedat Can xwîn vedireşe û rewşa wî nebaşe.

Çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê yên 12'ê Îlonê ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd yên demokratîk destpê kir, 46 rojin berdewam dike. Her ku roj zêde dibe tenduristiya girtiyan jî xirab dibe û agahiyên xirab tên.

Girtiyê Girtîgeha Tipa L ya Kalkandere ya Rîzeyê Hasan Kaçar ku 10 salin ji doza PKK’ girtî ye, bi riya telefonê li malbata xwe geriya û diyar kir ku, Sedat Can xwîn vedireşe û rewşa wî nebaşe. Birayê Hasan Kaçar Mahmut Kaçar diyar kir ku, birayê wî biboneya cejnê bi telefonê li wî geriya ye û wiha got:

"Birayê min 13 rojin ketiye grevê. 10 salin ji doza PKK'ê girtî ye. Berê çend caran emeliyat bû û nexweşê romatizmayê ye. Bi telefonê ji me re got, ‘bi taybetî kesên ketine grevê rewşa Sedat Can girane’. Êdî xwîn vedireşe. Birayê min Kaçar diyar kir ku, ew dê heta dawî çalakiya xwe berdewam bikin û heta daxwazên wan pêk bên dê çalakiya xwe pêk bînin. Em dixwazin bi lezgîn daxwazên wan pêk bên. Divê her kes baş zanibe ku heta dawî em li pey daxwazên wanin."