Sê nameyên dîrokî yên Newrozê

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 2013’an heta bi 2015’an li Newrozê tevna aştiyê danî. Destnîşan kir ku pêvajo ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn siyaseta demokratîk e.

Li gel gelek komkujî, zext û qedexeyan jî dîroka Newrozê ji bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûye xaleke fitlonekê.

Newroza 2015’an a Amedê yek ji van e. Ne tenê ya sala 2015’an, nameyên Newrozê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 2013’an heta bi 2015’an nivîsî, bi wesfekî wiha ne ku dîrokê vedibêjin. Ev name ji destpêka pêvajoyê heta bi ragihandina aştiyê li Amedê li ber milyonan mirov hatin xwendin.

MIZGÎNIYA PÊŞÎ YA AŞTIYÊ SALA 2013’AN

Abdullah Ocalan bi peyamên xwe ji 2013’an ve dest bi avakirina aştiyê kiribû. Pêşî di peyama 2013’an de digot pêvajoyeke nû dest pê dike. Ev pêvajo, pêvajoyeke siyasî bû. Bal dikişande ser ku têkoşîn ‘hatiye cihekî’. Ew beşa di nameya Abdullah Ocalan de wiha ye:

 ‘’Bi sed hezaran, bi milyonan mirovên ku di dilê wan de agir meydanan tije dikin êdî dibêjin aştî, xwîşk û biratî û çareserî. Ev têkoşîna ku li dijî bêgaviya ku em lê çêbûne, li dijî nezanîn, koletiyê bi serhildana min a şexsî dest pê kirî, li dijî her cure ferzkirinê, armanc dikir ku bîreweriyekê, rihekî ava bike. Ez îro dibinim ku ev qêrîn gihaştiye cihekî.

Şerê me nebûye şerekî dijî ti nîjad, dîn, mezheb an jî komekê. Şerê me bûye şerê li dijî çewisandinê, nezaniyê, neheqiyê, paşvehiştinê, bûye dijî her cure zext û dewisandinê. Îro em êdî li Tirkiyeyek nû, li Rojhilateke Navîn a nû şiyar dibin. Gelî ciwanên ku banga min hembêz dikin, jinên berz ku peyama xwe dixin dilê xwe, dostên ku gotinên me bi ser û çavan qebûl dikin, mirovên ku guh didin dengê min, îro serdemeke nû dest pê dike. Ji pêvajoya berxwedan çekdarî derî li pêvajoya siyaseta demokratîk vedibe.Pêvajoyeke wiha dest pê dike ku hêla wê ya siyasî, civakî, aborî girantir e, hişmendiye wiha geş dibe ku mafên demokratîk, azadiyan, wekheviyan esas dibine.’’

Peyama Rêberê Gelê Kurd a ku li Newroa 2013’an hatî xwendin, destpêka pêvajoya çareseriyê bû.

Ocalan di vê nameye de îşaret pê dikir ku sivîkatî li pêvajoyê were kirin aştî wê dest biçe.

BANG LI GELÊ TIRKIYÊ KIR

‘’Gelê Tirkiyeyê, yê xoşewîst!

Dîrokê şanî me daye ku rêbertiyeke aştiyê ya bi biryardar neyê pêşandan, ew ê pirsgirêkên dîrokî bi ya xwe bikin û bi gelemperî ew ê bersivên tev bi xwîn û elem û mirin bidin me.

Pirsa herî xetere li ber me, ku li hêviya bersivê ye, gelo bila darbe her tim xwe dubare bikin, an jî bi demokrasiyeke tam û radîkal em bi riya xwe de bimeşin e.

Rewşa rojane ya şênber ku ji Newroza dawin û heta îro em dijîn, tam jî vê riya veqetînê ku dijwarttir dibe şanî me dide. Ya ew ê rejîma komploker û darbeker ya ku, pişta xwe daye modernîteya kapîtalîst, ya van 200 salên dawîn, ji nûvde xwe restore bike û dewam bike, yan jî têkiliyên Kurd û Tirkan ên ku li ser armanca xwe ya dîrokî hatine rûniştandin ew ên di reformên demokratîk ên berfireh de derbas bibin û bi rejîmeke qanûna bingehîna demokratîk mekanîzmayên komploker û darbeker parçe bikin û çareseriyê bînin. Temamên riyên navber û demî êdî mîada xwe dagirtine.

A ku heta niha dewam dikir pêvajoyeke diyalogê bû û girîng bû. Di vê pêvajoyê de herdu aliyan jî neytên hev î qenc û rastîn û têrkerî test kirine. Vê testê daye xuyakirin ku ligel helwesta xwegirankirin, ji bingeha qanûnî revîn û dirêjkirina demê ya hikumetê, herdu alî jî di lêgerîna aştiyê de bi biryar in. Lê her wiha ligel ku pêvajoyên diyalogê girîng in jî girêdêriyekê şanî nadin. Ji ber vê ji bo aştiyeke mayînde ewlehiya têr û tije dernaxin holê. Nuxteya ku em hatinê, ji bonî sîstematîka muzakereyan çarçoveyeke qanûnî jênerev e.

Aştî ji şer zortir e, lê aştiyeke her şerî heye. Dema ku me li ber xwe dida em neditirsiyan, dema ku em li hev bên jî em ê netirsin.’’

NEWROZA DÎROKÎ YA 2015’AN

Dîsa bi milyonan kes çûbûn Newroza 2015’an a Amedê ku wê nameya dîrokî ya Ocalan lê bihata xwendin. Rojhilata Navîn ku Abdullah Ocalan ji bo wê siyaseta bi aştî û demokrasiyê danîbû din av şer de bû. Abdullah Ocalan divê nameye de beriya her tiştî bal kişande ser şer û encamên kambax ên emperyalîzmê:

‘’Qeyrana polîtîkayên neolîberal ên ku kapîtalîzma emperyalist û hevkarên wê yên herêmî li ser hemû dinyayê ferz kirine, di welat û herêma me de, bi awayeke wêranker tê jiyîn. Cûdahiyên olî û nîjadî yên çand û gelên me, di nav vê qeyranê de, bi şerên nasnameyan yên bê merhemet û bê wate tên tunekirin. Ne nirxên me yên dîrokî, ne yên nûjen, ne jî yên wijdanî û sîyasî ji vê tabloyê re, tu carî nikare bêdeng û bêhistiyar bimîne. berovajiyê vê, mudahaleyeke lezgîn, berpirsiyariya me yên yeqînîyên olî, sîyasî û exlaqî ye.’’

MITEBAQATA DOLMABAHÇAYÊ

Yek ji xala ku Abdullah Ocalan bal kişandî ser Mitebaqata Dolmabahçayê bû: ‘’Dîrok û gelên me, ji me, çareseriya demokratik û aştiyeke li gorî rihê serdemê dixwazin. Li ser vê bingehê, di Qonaxa Dîrokî ya Dolma Bahçeyê de, bi bingeha deklerasyona ji deh xalan pêk tê ya ku ji aliye me hemûyan ve, bi awayeke fermî hat îlankirin; em bi destpêkirina pêvajoyeke nû re, rû bi rû ne.

Bi pêkhatina mutebaqata li ser rêgezan a ku Deklerasyon ferz dike; PKK têkoşîna ku teqrîben çil sal in li dijî Tirkiyeyê meşandin û ji sîlehê pêk dihat, bi dawî bikin; ji bo stratejî û taktîkên xwe yên sîyasî û civakî yên li gorî rihê serdemê diyar bikin, ez, lidarxistina kongreyekê, pêwîst û dîrokî dibinim. Ez hêvî dikim ku di demeke herî kin de, em xwe bigihînin mutebaqata rêgezî û bi derbasbûna ji komisyona ku bi nunerên parlamentoyê û ji lijneya şopandinê pêk tê, em ê bi awayeke serkeftî realîzekirina vê kongreyê bijîn. Bi vê kongreya me, êdî serdemeke nû dest pê dike. Di vê serdema nû de, di nav Komara Tirkiyeyê de, bi bingeha welatîtiya makezagonî, wek civakeke demokratîk û xwedî nasnameya demokratîk, em dikevin pêvajoya jiyana bi biratiyê ya di nav aştiyê de.’’

 ‘EZ BANG DIKIM KU MALA HEVPAR A DEMOKRATÎK WERE AVAKIRIN’

Abdullah Ocalan, di nameya 2013’an de ne tenê ji bo Tirkiyê ji bo Rojhilata Navîn jî daxwaza aştiyê tîne ser ziman: ‘’Divê em bizanin ku hêzên emperyalîst ên ku dev ji karên xwe yên li ser Rojhilata navîn bernedane, zordariya wan a herî dawiyê bi şikilê DAÎŞ’ê derketiye holê. Ev rêxistina ku wateya hovitiyê jî, bê wate dihêle; bêyî ku bibêje ev, jin û zarok in, di serî de Kurd, Tirkmen, Ereb, Êzîdî û Asûrî-Suryanî, li dijî hemû gel û yeqinîyên herêmê, komkujiyên hovane pêk anîn.

Roj ew roj e ku, vê dîroka bê merhamet û wêranker bi dawî bikin û derbasî aşitî, biratî û demokrasiyê ya ku li gorî paşxaneya me ya rasteqîn bibin. A ku ez rast dibînim û ya ku li gorî baweriya min e, ev e ku netewedewletên ku, neteweperestiya wêranker, tuneker, pevçûner aniye dinyayê, jê bihartina bi sîyaseta demokratik, bi nasnameyên demokratik ên vekirî re, neçariya derbasbûna hevpariyekê ye. Ji bo vê yekê, ez bang li netewedewletan dikim ku bila di nav xwe de, bi sîyaseta demokratîk, cureyeke nû ya hevpariya demokratîk pêk bînin û dîsa netewedewlet bila di navbera xwe de, mala hevpar a demokratîk a Rojhilata Navîn ava bikin.’’

‘RIHÊ EŞMEYÊ’

Abdullah Ocalan di nameye de herî dawî wê ‘Rihê Eşmeyê’’ weke sembola dîrokeke nû ya di navbeyna gelan de slav bikira: ‘’Bê vê, bi sedema îro, ez bang li xort û jinên ku ji bo azadiyê perwaz didin dikim, ku piraniya civata we ya mehşerî pêk tînin, bila di têkoşîna wekhevî û azadiyê de, di qadên aborî, civakî, siyasî û ewlehiyê yên serdema li ber me de, bi awayekî herî çalak cih bigirin û bi ser bikevin. Derveyî vê, ez silav li berxwedan û serkeftina Kobanê dikim ku hem ji bo herêma me hem jî ji bo dinyaya navneteweyî wateyeke xwe ya mezin heye. Li ser vê bingehê, ez silav li ‘‘Rihê Eşmeyê’’ dikim ku wek remza dîroka nû ya di navbera gelên me de ye. Hemû van tespîtên ku min hewl da ku ez li jor diyar bikim; heke bi hevokekê bibêjim: ev, ji bo wek civak ji nû ve revizyon, restorasyon û ji nû ve avakirina dîrok û rojaneyîtiyê bangeke hêja ye’’