Schultz têkildarî çalakvanên grevê name ji Ergîn re şand

Schultz têkildarî çalakvanên grevê name ji Ergîn re şand

Serokê Parlementoya Ewropayê Martin Schultz bi daxuyaniyekê da diyarkirin ku, çalakiya birçîbûnê gihaye astekî bifikar. Schultz aşkera kir ku, têkildarî çalakiya birçîbûnê name ji Wezîrê Tirk yê Edaletê Sadullah Ergîn re şandiye.

Schultz bibîrxist ku, di çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehan de hilbijêrên Kurd jî hene û wiha got: “Xala herî ez zêde bifikarim, rewşa tenduristiya çalakvanên di çalakiya birçîbûnê ku çalakiyekî tundî ne di nav de ye.” Schultz got ew hêvî dike ku, rayedarên Tirk di mijara tenduristiyê de xizmeta pêwîst dikin. Schultz destnîşan kir ku, di mijara mafê parastina bi zimanê dayîkê jî, ew hatina zagonê ya rojeva meclîsê girîng dibîne. Lê belê ji bo bi rêya diyalogê çareserî çêbibe jî bang li çalakgeran kir ku dawî li çalakiya xwe bînin.