Sariyildiz: Ji ber me qralê wan nekir serok û xelîfe êrîşî me dikin

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz têkildarî medyaya alîgir a wan hedef nîşan dide daxuyaniyeke nivîskî weşand. Sariyildiz xwest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û operasyon bên rawestandin.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz têkildarî medyaya alîgir a wan hedef nîşan dide daxuyaniyeke nivîskî weşand. Sariyildiz di daxuyaniya xwe de xwest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û operasyon bên rawestandin.

Sariyildiz got: “Di dîroka 25.07.2015’an di kanala televîzyona A Haber nûçeyên êvarî de nûçeyeke derew, bi armanca reşkirinê û sûcdarkirinê ya der barê min de cih girt. Di nûçeya bi jêrnivîsa, 'Wekîlê HDP’yî kuryeyê çekan e' hat dayîn, hat diyarkirin ku şexsê min kuryetiya çekan dike. Paşê di serî de Rojnameya Akşam, Star, Yenî Şafak, Yenî Akît û Sabah yên tetîkkeşên hikûmeta AKP’ê yên di qada çapemeniyê de nûçeyên ku şexsê min û partiya min dike hedef çêkirine. Ez dixwazim ji vir vê pirs bikim. Medyaya alîgir bi kîjan aqil û wijdanî bi wêneyên ku şexsê min berpirsyar dibînin?  Ma li ser min cebilxane hat girtin? Ma di wesayîta min de cebilxane hat dîtin? Ma li ser şexsê li rex min hat girtin? Pir baş dizanin ku bersiva van ‘Na’yeke mezin e. Lê ji bo fermana ji Qesrê bi cih bînin rojnameyên qerpal operasyon bimeşînin. Ji ber ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de qralê wan ne kir ser û xelîfe bi awayekî bê perwa û ne exlaqî êrîş dikin.”

'DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN, OPERASYON WERIN SEKINANDIN, MUTEBEQET BIKEVE MERIYETÊ'

Sariyildiz got, "Em bi awayekî ecêbmayî li şexsekî hewl dide ji bo xeyala xwe ya serokatiyê û lîdertiya herêmê welêt dixe nava agir û dînîtiya medya alîgirê wî ya vî agirî sor dike, temaşe dikin" û ev xal destnîşan kir: "Em ê ti carî nehêlin ku çarenûsa gelên Tirkiyeyê bibe qurbanê daxwaz û hesabên desthilatdariyê. Yekane rêya vemirandina vî agirê dikare welatê me bişewitîne, rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan, dewamkirina hevdîtinan ji cihê mayî, dawîanîna li operasyonên leşkerî û qirkirina siyasî û bicihanîna Mutebeqeta Dolmabahçeyê ye."