Sancar: Rizgarî wê bi me bibe

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li 27'emîn Civata Giştî ya Halkevlerî axivî û diyar kir ku veguherîn nêz e. Sancar got, "Rizgarî di destê me de ye."

Sancar li Civata Giştî ya Halkevlerî rojev nirxand û got, "Hêza me jî mezin e, ji ber vê yekê em dixwazin li bîra yên ji ber krîzê bêhêvî bûne bixin; veguherîn nêz e, rizgarî di destê me de ye."

Sancar got, "Desthilatdarî ji hev dikeve, her ku ji hev dikeve jî dixwaze civakê û welêt têk bibe" û wiha dewam kir, "Polîtîkayên welê dimeşîne ku dixwaze her derê talan bike û bi siyaseta rijandina xwînê û derewan birizîne, ji hev bixîne. Xizanî mezin bûye (...) Eger em hêza xwe bikin yek, em ê karibin van polîtîkayan ehmûyan têk bibin û vê desthilatdariya zordar rawestînin, biguherînin. Bila kes ji vê gumanan neke. Lê belê ya ku divê em ti carî ji bîr nekin, têkoşîna hevpar e. Divê em hêza xwe bikin yek, bi gel re ji bo gel rêya afirandina destpêkeek nû bi xurtî bi rêxistin bikin."

Sancar got, "Têkoşîna hevpar ji bo rawestandina vê desthilatdariyê û guhertina desthilatdariyê şert e. Lê belê di heman demê de divê li dijî mejiyên kevneperest ên bikevin şûna vê desthilatdariyê jî em alternatîfa rasteqîn biafirînin."

Sancar bal kişand ser polîtîkayên şer û wiha dewam kir, "Ev desthilatdariya ku dixwaze feraseta ewlekarîperest û polîtîkayên şer di pirsgirêka Kurd de serwer bike, li Başûrê Kurdistanê operasyonê dike, gefên dagirkirinê li Rojava dixwe. Dema ku ji vir encam negirt niha jî hewl dide li deverên cuda agir geş bike. Vê carê jî gefa şer li Yewnanistanê dixwe. Em li vî welatî, li Rojhilata Navîn, li Rojhilatê Derya Spî, li tevahiya herêmê û cîhanê aştiya rasteqîn û aştiya gelan diparêzin. Em dixwazin sîstemeke herêmê û cîhanê bi aştiyane û wekhev pêk were. Em ê bi afirandina aştî, wekhevî û azadiyê ya li vî welatî destpê bikin."