Sancar û Buldan: Deriyê Imraliyê vekin
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan gotin, ''Divê deriyê Imraliyê were vekirin.''
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan gotin, ''Divê deriyê Imraliyê were vekirin.''
Meclîsa Partiyê ya HDP'ê bi seroktiya Hevserokên HDP'ê Perîn Buldan û Mîthat Sancar civiya.
Hevserokan bal kişandin ser xebatên hevalbendiyê û gotin, ''Lêgerîna me ya ji bo hevalbendiyê ne tenê têkilî hilbijartinê ye. Hevalbendiya demokrasiyê ji hilbijartinê wêdetir destnîşan dike. Bêguman, hilbijartin di wextê xwe de bibe an zûtir bibe wê bibe yek ji hilbijartina girîng a dîroka Tirkiyê. Jixwe nabe ku em HDP girîngiyê nedin hilbijartinê. Lê ne bes e ku mirov hevalbendiya demokrasiyê tenê li ser hilbijartinê bide rûniştandin, ev ê ji bo çareseriyê û rêyên çareserkirinê ne bes be.''
Derheqê doza girtina HDP'ê jî Buldan û Sancar gotin, ''Doza girtinê dozeke siyasî ye. Armanc tasfiyekirina siyasî ye, bi sedema tolhildanê ye. Peyameke xurt e ku beriya kongreya şîrîkê biçûk ê desthilatê ku pêşengiya vê kampanyayê dike, ev hatiye kirin.'' Bi berdewamî hate gotin Doza Kobanê jî bi heman çarçoweyê ye, dozeke siyasî ye, ti bingehên dozê nînin.
Li ser nêzîkatiya AKP-MHP'ê ya li lêgerîna hevalbendiyê ya bi pêşengiya HDP'ê jî hevserokan gotin, ''Niyeta wan heye ku HDP û hêzên demokrasiyê negihijin hev. Dixwazin di nav HDP'ê de nakokiyan çêbikin. Me gelek caran got ev plan naçe serî. Tişta ku divê were kirin basîd e; deriyê Imraliyê vekin. Heke deriyê Imraliyê were vekirin, parêzer an jî şande bikaribin hevdîtinê bikin, ku mirov fikrên Wî jê bibihîse wê heqê gelên Tirkiyê bi cih were. Ev heqê raya giştî ye .Tecrîda mitleq ne hiqûqî ye, ji hêla siyasî ve nayê qebûlkirin û ne etîk e.
Serokkomar li ser gotinên ku dibêje Ocalan gotiye manewreyan dike. Ne hiqûqî ye ku mirov gotinên aktorekî siyasî ku nikare dengê xwe bigihîne raya giştî, ji xwe re bike amûra propagandayê, ev nayê qebûlkirin. Me berê jî got; deriyê Imraliyê vekin, fikrên Ocalan çi bin bila raya giştî rasterast jê bibihîse. Ji bilî vê her tiştê ku tê kirin spekulasyon e, pûç e , bêmane ye. Di ser vê re hewldana ku di nav HDP'ê de tevlîheviyê çêbikin bêbingeh e û nahije encamê.
Em dixwazin şertên wiha çêbibin ku her kes bikaribe bi rola xwe rabe.
Buldan jî got, ''Li ser daxuyaniya Erdogan a derheqê Imralî-Edîrne em bang dikin ku her kes hesas be. Heke hûn fikrên Rêzdar Ocalan meraq dikin deriyê Imraliyê vekin, bila ew fikrê xwe bibêje. Li ser vê mijarê Mîthat Xoce bi berfirehî nirxand lê dixwazim vê hesasiyetê destnîşan bikim.
Lêgerînên me yên ji bo hevkariya têkoşînê wê bidomin, em ê pevgihîna jinan jî li vê zêde bikin.''