Sancar: Li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê divê em têkoşînê geş bikin

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişande ser polîtîkaya şer a AKP-MHP'ê û got,'' Divê em polîtîkayên şerxwaz ên desthilatê bibînin û bi tifaqên xurt û têkoşînê bersivê bidin. Divê em li dijî vê zilma pergalê têkoşîna xwe geş bikin û li dijî rabin.''

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe de axivî û mijarên di rojevê de nirxand. Sancar ewilî têkoşîna jinan silav kir û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinan pîroz kir. Sancar bal kişand ser têkoşîna jinan û got têkoşîn û berxwedana jinan rêya berxwedanê û têkoşînê nîşanî wan dide. 
 
Sancar partiyên muxalefetê ku destek dan rakirina parêzbendiya parlamentera wan a Amedê Semra Guzel û got: “Jixwe em dijminatiya desthilatê ya li hember HDP’ê û jinan dizanin. Lê belê ev muxalefeta ku behsa neheqiyên îktidarê dike, dema mesele dibe HDP ew jî dibin şirîkên neheqiyên îktidarê. Ev yek nayê qebûlkirin. Rakirina parêzbendiya hêja Semra Guzel di heman demê de tê watiya zilma vê pergala ceberût ku çawa li ser partiya me dike. Em ê hemû bi hev re vê pergala zilmkar û zextkar biguherînin. Divê em polîtîkayên şerxwaz ên desthilatê bibînin û bi tifaqên xurt û têkoşînê bersivê bidin. Divê em li dijî vê zilma pergalê têkoşîna xwe geş bikin û li dijî wê rabin.” 
 
Sancar bal kişand ser sazkirina Tifaqa Demokrasiyê û wiha got: “Ev demek e em van bangan dikin, lê hinek lêva xwe li hember bangên me xwar dikin, guhê xwe li hember bangên me digirin. Çimkî HDP wekheviyê, edaletê, nan, kedê, aştî û demokrasiyê ji vê civakê re dixwaze. Bangên me gelek girîngin û dixwaze agirê heyî bitefîne. Em ê bêwestan bangên xwe bidomînin. Em ê xebatên xwe bileztir bikin. Jixwe me bileztir kiriye jî. Ji bo em tifaqa demokrasiyê û bloka wê li her deverê ava bikin, em bernameyên xwe dixin meriyetê û em ber bi encamgirtinê ve diçin. Bila di vê mijarê de kes hêcet nîşan nede û mafê wan tune ye ku hêcetan nîşan jî bidin. Welat ber bi feleketekê ve dibin. Felaket tê mezinkirin. Fatûreyên biha li xelkê feqîr, kedkar, jinan û ciwanan tên birîn. Her beşên civakê her roja ku diçe bêtir têdigîhije ku rastiyek çawa li holê heye. Her roj bêtir ji vê rastiyê fam dike. Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye.”
 
Sancar destnîşan kir ku Serokê Giştî yê AKP’ê hemû pirsgirêkan bi faktorên cuda ve girê dide û got: “Serokê AKP’ê nemaze geşedanên krîza aborî bi geşedanên derve ve girê dide. Qey tu yê bêjî tu berpirsiyariyek wan di tu tiştekî û pirsgirêkan de nîne. 20 sal in li ser desthilatê ne lê heta niha tu tiştek çareser nekirine. Çimkî dirûst nêz nabin. Hema tiştek bibe, sedema wê bi hêzên derve ve girê dide. Zen dikin ku wê civakê bi van derewan bixapînin, heke wisa zen bikin, wê bi awayek mezin xwe bixapînin. Êdî kes ji van derewan bawer nake. Xwe bi çi helal û paqij dikin. Şerê Ûkraynayê derket û dixwaze enflasyon û piyaseya Tirkiyê bi vî şerî derxe paqijiyê. Di şeva 31’ê kanûna 2021’an de zemên pir mezin hatin kirin. Qey gelo wê çaxê jî şerê Ûkraynayê hebû? Dixwazin wisa xwe ji her tiştî bêguneh bikin.”