Sancar: HDP hatiye ku vê pergala li welat biguherîne û veguherîne

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar beşdarî 4’emîn Kongreya Awarte ya ji aliyê Rêxistina Muğlayê ve hat lidarxistin bû. Sancar da zanîn ku HDP hatiye ku vê pergala li welat biguherîne û veguherîne.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 4’emîn Kongreya xwe ya Awarte ya 4‘emîn bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê partiyê Mîthat Sancar li Şanoya Ser Vekirî ya Prof. Dr. Şadan Gokovalî ya li navçeya Menteşe ya Mûglayê li dar xist. Qada kongreyê ku bi alên HDP’ê hat xemilandin ve pankartên “Girtiyên nexweş berdin”, “Denîz Poyraz nemir e” , “Em ê bi hev re biguherînin. Niha dema dema jinan e” û “Em di 1’ê Gulanê de em ê li qadan bin. Em ê selteneta heramiyan hilweşînin” daliqandin. Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî, nûnerên partiyên siyasî, sendika, rêxistinên ekolojiyê û gelek endamên partiyê tevlî kongreyê bûn.

Kongreya ku bi pêşkêşkirina stranan a Bajar dest pê kir, bi rêzgirtinê berdewam kir.

Hevseroka HDP’a Mûglayê Fûlya Erdogan daxwaza berdana Aysel Tûglûk û hemû girtiyên siyasî kir û wiha got: “Em weke HDP, kedkar û hemû Tirkiye ji bo ku bi ser bikevin bi rê ketin û em ê bi ser bikevin.’’

Hevserokê HDP’a Bajêr Nîhat Gencosman jî wiha axivî: “Rêvebiriya nû ya ku wê were, wê ala têkoşînê hil bide û bipêşdetir bibe. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin û em ê ne ji bo pergaleke ku ciwan hewl didin jê birevin lê ji bol ê bimînin têbikoşin.’’

‘EM Ê HIŞMENDIYA TALANKIRINÊ BIGUHERÎNIN‘

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî şewatên di 29’ê Tîrmeha 2021’ê de li daristanên Mûglayê derketibûn bi bîr xist û wiha got: “Divê tiştên ew roj qewimîn qet neyên ji bîr kirin. Ew şewat ne tenê karesateke xwezayî bû di heman demê de karesateke rêveberiyê bû. Ew texrîbat di encama hişmendiya pergal û deshilatdariyê de derketin holê. Me 13 hezar û 700 hektar daristanên xwe wenda kirin. Em ê bi mezinkirina têkoşîna xwe teqez hişmendiya talankirinê biguherînin.”

Sancar destnîşan kir ku HDP hatiye ku vê pergala li welat biguherîne û veguherîne û wiha berdewam kir: “Heta ku demokrasiya herêmî neyê bihêzkirin, li ser vê aştî neyê avakirin û armanca komareke demokratîk ku van di nava xwe de nehewîne û armanca komareke demokratîk nebe ne pêkan e ku ev hilweşîn, talan û şêlandin rawestin. Ji ber wê em rastî zextan tên. Dizanin ku alternatîf yekane fam û feraseta HDP’ê ye. Dizanin ku hêz û hişmendiya ku çanda aştiya demokratîk a pêşerojê baş bike li vir e.”

‘EM Ê BI TÊKOŞÎNA HEVPAR PÊŞÎ LI VAN ÊRÎŞAN BIGRIN‘

Sancar da zanîn ku piştî coşa Newrozê ji ber ji wê coşê tirsiyan li her derê dest bi destgîrkirinê kirin û wiha pê de çû: “Mûgla û navçeyên me jî ji vê nesîbê xwe girtin. Her roj sê sê, pênc pênc kes tên destgîrkirin. Armanc çavtirsandin û danavêtina gavan bi paş de ye. Lê nikarin me bitirsînin, rastiyekê derdixînin holê, ew bi xwe ditirsin. Em ê bi têkoşîneke hevpar pêşiya van êrîşan bigirin. Em ê meşa xwe ya ber bi komareke demokratîk ve bi biryarî bidomînin.”

‘BI ÎNKAR Û QIRKIRINÊ ŞATÎ ÇÊNABE‘

Sancar bi lêv kir ku hevrûbûna bi Qirqirina Ermenan re di rêya ber bi çanda demokratîk û aştiyê ve diçe de girîng e û anî ziman ku bi înkarkirina komkujî û qirqirinan aştî çênabe. Sancar, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Heke sed sal in li vî welatî kedkarên Kurd, Tirk, Ereb, Çerkez, Elewî, Laz, Xirîstiyan hêj tê xwestin bibin dijminên hev, ji ber desthilatên îro dixwazin ji mîrateya wê hişmendiyê sûdê bigirin. Ji ber vê em dibêjin divê hevrûbûn û başkirina birînan pêk were. Avakirina komareke demokratîk ku her kes bi nasname û baweriya xwe wekhev be, yekane rêya rizgariyê ye. Rêya yekane ya rizgariyê tifaqa mezin a demokrasiyê û têkoşîneke hevpar a xurt e.”

Piştî axaftina Sancar raporên xebat û malî hatin xwendin. Di hilbijartinê de Fûlya Erdogan û Emîn Yaşar wek hevserok hatin hilbijartin.

Rêxistina HDP’a Aydinê jî Kongreya xwe ya Awarteya 4‘emîn li eywaneke dawetê ya navçeya Efelerê li dar xist. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterê HDP’ê Mûrat Çepnî, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kes beşdar bûn.

‘AKP Û MHP BI BERXWEDANA GELAN BER BI TÊKÇÛNÊ VE DIÇE‘

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay ku di kongreyê de axivî, bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê da û wiha got: “AKP û MHP bi berxwedana gelan ber bi têkçûnê ve diçe. Ji bo ku temenê desthilata xwe dirêj bikin serî li şer dan. Ya herî bi êş jî vê yekê bi PDK’ê re dike. „

‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ RAKIN’

 Gunay, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan jî û got: “Divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û bila bi birêz Ocalan re dîsa pêvajoya aştiyê were destpêkirin. Çareserî ne di polîtîkayên şer û tecrîdê de ye. Çareserî di Îmraliyê de ye. Çareserî birêz Ocalan e. Em ê wek HDP pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê misoger bikin.”

Piştî axaftinan Aysel Batyar Onsel û Mûhîttîn Saygi wek hevserokên HDP’a Aydinê hatin hilbijartin.