Sancar: Berpirsê sereke yê êrîşê desthilatdarî û hevalbendên wan in

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku çû avahiya partiyê ya Bahçelîevlerê ya rastî êrîşê hat, diyar kir ku berpisê êrîşê desthilatdarî û hevalbendên wan in û got:"Dê nikaribin têkoşîna aştiyê ya mezin û adil a HDP'ê ku her kesî dihewîne asteng bikin."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk (HDP) Mîthat Sancar, çû avahiya partiyê ya Bahçelîevlerê ku îro rastî êrîşekê hat û tê de endamên partiyê Ramazan Dîşari û Azîz Şîmşek birîndar bûn. Piştî agahiya êrîşê hat bihîstin welatî û endamên partiyê tavî berê xwe dan avahiya partiyê. Girseyê paşê xwest biçe Qada Şîrînevlerê û li wir daxuyaniekê bide. Piştî ku polîsan girseyê asteng kir, girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Di daxuyaniyê de panlarta li ser "Di dehemîn salvegera Roboskiyê de edalet" nivîsandî hat vekirin û dirûşmeyên wekî "Dê kujer hesab bidin gel", "HDP gel e, gel li vir e" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

Polîsan dora avahiya partiyê ya navçeyê dorpêç kirin. Girseyê jî bi çalakiya rûniştinê li benda hatine Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ma. Berî ku Sancar bê nûnerên partiyên siyasî yên ji bo piştgiriyê hatin axivîn.

'EM Ê FAŞÎZMÊ BAVÊJIN SER SERGOYÊ DÎROKÊ'

Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîs a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, got: "Wekî din tu çareyek me tune ye; an em ê vê faşîzmê bişikînin an têk bişikînin. Divê em bi têkoşînê vê faşîzmê bavêjin ser sergoyê dîrokê. Em soz didin Denîz Poyrazê û Roboskiyê."

'PÊDIVIYA ME BI PÊŞEROJEKE WEKHEV HEYE'

Paşê Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz axivî. Akdenîz got: "Em mecbûr in li dijî faşîzmê têbikoşin. Em ji bo pirsgirêka sereke ya gel aboriyê têdikoşin. Em hêza liberrabûnê ya gel dadixin kuçeyan. Lê ew têr nabin. Em ê nehêlin fesadiyê têxin nava gelan. Em ê rê li ber vê provakasyonê bigirin. Ji bo kedkar şiyar nebin, ji bo hesabê pereyên dikevin qaseyên wan neyê pirsîn wiha dikin. Tevî gelê Kurd pêdiviya me bi pêşerojeke wekhev û azad heye."

‘NIKARIN VÎNA ME BIŞIKÎNIN'

Paşê Parlementera Partiya Karkerên a Tirkiyeê (TÎP) Sera Kadigîl axivî û got: "Em hemû dibînin ku ê neheqiyek çawa li HDP'ê tê kirin. Hemû êrîşên li hemberî HDP'ê tên kirin êrîşên li hemberî vîna me ya jiyana bi hev re ne. Dê nikaribin vê vîna me bişikînin. Dê xwişk û biratî û aştî bi ser bikeve."

‘DÊ BERSIVA ME TUND BE'

Berdevka Partiya Tevgera Kedê (EHP) Ozge Akman jî got: "Kesên ji wan weye dê bi van provakasyonana me bera hev bidin, dê bersiva me pir tund be."

Muruvvet Kuçuk ku li ser navê Hêzên Têkoşîna Yekbûî axivî got: "Ev êrîşeke organîzekirî ye. Ev nîşaneya wan e ku dê rêyeke çawa esas bigirin. Ev bangawaziyeke ji bo me, bangawaziyye têkoşîna yekbûyî."

Sancar, bi berzkirina dirûşmeyên "HDP hêvî ye, hêvî li ser pêya ye" û lîrandin û çepikan hat pêşwazîkirin.

‘BERPIRSÊ VÊ ÊRÎŞÊ WEZÎR E'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar anî ziman ku berpirsên sereke yên êrîşê desthilatdariye û nûnerên wê ne ku HDP'ê dikin hedef û got: "Zemîna ku êrîşan amade dike, polîtîkayên nefretê ne. Polîtîkayên hedefnîşandinê ne û tirsa wan e. Ji HDP'ê ditrisin. Her roj bi gotineke nû HDP'ê dikin hedef. Em ê van polîtîkayan jî pûç bikin. Bila şik û gumana tu kesî ji vê tune be. Nûnerên desthilatdariyê yên ku her roj di televîzyonan de me dikin hedef, di serî de Wezîrê Karên Navxweyî berpirsên siyasî yên van êrîşan e û teqez dê hesabê vê bidin. Dê desthilatdarî hesab bide."

‘MEŞA ME MEZIN DIBE'

Sancar bibîr xist ku êrîş berî salvegera Roboskiyê û danişîna doza têkildarî kuştina Denîz Poyrazê bi rojekê hatiye kirin. Sancar got: "Êrîşeke bi qesda kuştinê hat kirin. Em bi armanca van êrîşan dizanin. Ji bo qitifandina HDP'ê ye. Êrîşên ku dixwazin bi wan HDP'ê derî siyasetê bihêlin. Plana rêbazên xwîndar ên domandina dozên kûmpasê û lîstikên darazê ne. Kesên hêvî ji planên kaosê dikin, kesên ji meşa bibiryar ya HDP'ê, ji meşa wê ya ji bo demokrasî, edalet û aştiyê nerihet dibin, ji bo me bidin sekinandin çi ji destê wan tê dikin. Lê hûn dibînin, em li ser pêyan e. Têkoşîna me didome. Meşa me her diçe mezintir dibe."

‘DÊ NIKARIBIN TÊKOŞÎNA ME ASTENG BIKIN'

Sancar di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dê tu provakasyon û plana aloziyê bikare be israra demokratîka HDP'Ê xera bike û got: "Dê nikaribin hewldanên HDP'ê yên ji bo avakirina tifaqeke demokratîka  herî berfireh asteng bikin. Dê nikaribin têkoşîna aştiyê ya mezin û adil a HDP'ê ku her kesî dihewîne asteng bikin."

‘REŞBÎN NEBIN'

Di dawiya axaftina xwe de Sancar ev tişt got: "Bi qasî serê derziyê jî li cem me reşbînî, tirs, guman û bêhêvîtî tune ye. Ê ku tirs pê girtiye desthilatdariye. Tirs ber bi semta me ve nayê. Em ê bi wêrekî têkoşîna xwe, hewldanên xwe yên ji bo hêviyê û ji bo edalet û demokrasiyê bidomînin. Gotina me soza me ye. Dê sibê danişîna ewil a doza Denîz Poyrazê bê lidarxistin. Em ê li wir jî bi awayekî her mezin piştevaniyê bidin der. A ku van lîstikên qirêj pûç bike piştevanî ye. Hêzên demokrasiyê divê vê piştevaniyê û têkoşîna hevpar xurt bikin. Em ê vê jî bikin, em soz didin. Cardin derbasî be ji bo me hemûya, rêya me vekirî be."

Piştî daxuyaniyê nûnerên partiyên siyasî yên ji bo piştevaniyê hatin, endamên HDP'ê û Sancar bi hev re çûn avahiya partiyê.